BI DÎMEN

Yildirim: Qedexeya li Nisêbînê rakin, cenazeyan bidin malbatan

Yildirim li civîna Avahiya Bajêr a HDP'ê ya Mêrdînê axivî û xwest, qedexeya li Nisêbînê were rakirin û cenazeyên kesên jiyana xwe ji dest dane, radestî malbatan bên kirin.

Hevserokên Bajêr ên HDP’ê yên Mêrdînê Aysel Erol, Mûsa Alkan û Wekîla Mêrdînê ya HDP’ê Gulser Yildirim tevlî civîna li Avahiya Bajêr a Mêrdînê ya HDP’ê bûn. Yildirim di civînê de axivî û xwest, qedexeya li ser Nisêbînê zûka were rakirin. Yildirim got, qedexeya li Nisêbînê bi armanca bi temamî tinekirina Nisêbînê ye û diyar kir, hêzên rejîmê bi mebesta ku sûcên xwe bincil bikin qedexeyê didomînin.

Yildirim da xuyakirin, ku taxên berxwedana xwerêveberiyê yên Nisêbînê, ji hêla dewletê ve dor hatine dorpêçkirin, mal û kargehên gel hatine talankirin û firaxên wan ên sax mayin jî avêtin kuçe û kolan û parçekirin û şewitandin. Yildirim xwest ku kêlî berî kêliyekê tax werin vekirin. Yildirim diyar kir Nisêbînî dixwazim li bajarê xwe, li mala xwe vegerin û tax divê aniha werin vekirin.

'DIVÊ ANIHA CENAZE WERIN DAYÎN'

Yildirim got, cenazeyên kesên li qadên berxwedanê jiyana xwe ji dest dan, hêj nedane malbatan û malbat dixwazin cenazeyên zarokên wan bidine wan. Yildirim got li taxên ku ji hêla dewletê ve hatine xespkirin cenaze hene û dora taxan bi têlan û blokên betonê ve têne girtin û bi vî awayî dixwazin cenaze neyên rakirin. Yildirim diyar kir, gelê Kurd li hemberî hovîtiya li ser cenazeyan wê bêdeng nemîne û xwest, tax bi bayê bezê werin vekirin û cenaze werin standin.

Yildirim diyar kir Nisêbînî dixwazin cenazeyên xwe bistînin û li malên xwe vegerin û ji bo ku ev pêk were divê hêzên dewletê dawî li kirinên xwe yên ku dikevin nav sûcên şer bînin.

...