KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
Balafirgeha Erhaçê hat girtin
Balafirgeha Erhaç a Meletiyê, li seferên balafirên sivîl hat girtin. -
Leşkerên Tirk 2 welatiyên Rojava birîndar kirin
Leşkerên Tirk, 2 welatiyên ji Rojavayê Kurdistanê ku birayên hev in, birîndar kirin. -
Ocalan Îso: Şoreşa 19'ê Tîrmehê bi ruhê berxwedana zîndana Amedê pêk hat
Cîgirê Desteya Parastinê yê Kantona Kobanê Ocalan Îso diyar kir, Şoreşa 19'ê Tîrmehê bi ruhê berxwedana zîndana Amedê û serhildana Qamişlo ya sala 2004'an pêk hatiye. -
Leşkerên Tirk jina 55 salî qetil kirin
Leşkerên Tirk li bajarokê Xirvatê yê navçeya Gevera Colemêrgê, jina 55 salî Surmî Înce qetil kirin. -
'Rojava gava demokratîkbûna Rojhilata Navîn e'
PAJK'ê bi wesîleya salvegera Şoreşa Rojava daxuyaniyeke nivîskî weşand û destnîşan kir, vê şoreşê pêvajoyeke demokratîkbûnê li Rojhilata Navîn daye destpêkirin, ku vegera ji vê pêvajoyê nîne. -
Şerîf Goyî: Şoreşa Rojava ji bo gelên cîhanê bûye hêvî û bawerî
Têkildarî salvegera Şoreşa Rojava endamê Konseya Leşkerî yê HPG'ê Şerîf Goyî daxuyanî da û got; "Şoreşa Rojava ji bo hemû gelên cîhanê bûye bawerî û hêvî." -
'Sîstema Federasyona Demokratîk dikare pirsgirêkên Sûriyeyê çareser bike'
Serokê Meclîsa Biratiya Gelan a Serêkaniyê Enver Çavîş diyar kir, projeya feerasyonê li ser bingeha pêwîstiyên gel hatiye amadekirin û destnîşan kir, ku li gorî tecrûbeyên wan, sîstema federasyona demokratîk wê hemû pirsgirêkên Sûriyeyê çareser bike. -
Li Minbicê şer giran e: 80 çete hatin kuştin
Operasyona Şehîd Ebû Leyla ya ji bo rizgarkirina Minbicê, dewam dike. Di şerê danê vê sibehê yê li Minbicê de herî kêm 80 çete hatin kuştin. -
'Kurd wê bibin pêşengê demokratîkbûna Rojhilata Navîn'
Endamê Desteya Rêveber a TEV-DEM'ê Aldar Xelîl diyar kir, Kurd wê bibin pêşengê demokratîkbûna Rojhilata Navîn û destnîşan kir, sîstemeke demokratîk a li Sûriyeyê ava bibe, wê ji welatên herêmê re bibe mînak. -
Li Mêrdînê qedexeya li ser 22 gund û taxan rabû
Qedexeya kolanan a ku li 22 gund û taxên girêdayî navçeya Dêrik, Şemrex û Artûklûyê hatibû îlankirin hate rakirin. -
Şervanê YPG’ê Ozbeklî li warê xwe hate definkirin
Şervanê YPG'ê Serhat Ozbeklî (Rûbar Amed) ê ku berî 2 salan li Kobanê di şer de jiyana xwe ji dest dabû, piştî testa DNA'yê cenazeyê wî li Pirsûsê hate wergirtin û anîn Amedê. -
Li Faqînên cenazeyek hate dîtin
Li bejahiya gundê Dêrika Hemo Reşo yê girêdayî navçeya Farqîn a Amedê cenazeyeke hate dîtin. -
Li Farqînê kesek hate girtin
Ji 9 kesên ku li navçeya Farqîn a Amedê dema “qedexeya kolanan” de hatin binçavkirin, Îhsan Eken hate girtin. -
YPG’ê li Eyn Îsayê operasyon li dar xist: Çeteyan derbên giran xwarin
YPG’ê ragihand ku komên çeteyan ên bi ser Koalîsyona Sûriyeyê ve her ku diçe derbên giran dixwin, çeteyên ku nikarin li hember şervanan bi pêş ve biçin êrîşî sivîlan dikin. -
KCK: Divê malbat û perêzer Rêber Apo bibînin
KCK: Divê endamên malbat û parêzer bi Rêber Apo re bicive, têkildarî tendirustî û ewlekariyê gelê me û hêzên demokrasiyê agahdar bikin. -
Akel : AKP bi qeyûman wê nikaribe desthilatdariya xwe domdar bike
Hevseroka Şaredariya Êlihê Gulîstan Akel got, AKP bi qeyûman dixwaze şaredariyên DBP’ê bi dest bixe û diyar kir, şerê ku piştî 7’ê Hezîranê li dijî gelê Kurd hatî destpêkirin li tevahiya welêt tê berbelavkirin. -
Nasnameyên 2 gerîlayan ku li Farqînê jiyana xwe ji dest dabûn hatin eşkerekirin
Nasnameyên 2 gerîlayên ku di şerê 14’ê Tîrmehê de li navçeya Farqîn a Amedê jiyana xwe ji dest dabûn hate ragihandin. -
HPG: Li Çewlik û Colemêrgê 4 leşker hatin kuştin
Hêzên Parastina Gel (HPG) da xuyakirin, ku di encama çalakiyên li Çewlik û Colemêrgê de 4 leşker hatine kuştin. -
YPS: Li Wan û Sêrtê derbên giran li çeteyên Qesrê hatin xistin
Koordînasyona Giştî ya YPS'ê diyar kir, di çalakiyên li Wan û Sêrtê de herî kêm 8 çeteyên tîmên taybet hatine kuştin. -
15 dozger û dadgerên din hatin binçavkirin
Di çarçoveya lêpirsîna li ser hewldana darbeyê de li Wanê 15 dozger û dadger hatin binçavkirin. -
'Pêwîste rastî neyên veşartin'
Harûn ango Suleyman Benek ê ku her tim li pey rastiya gelê xwe ketiye. -
Hevşaredar Yildirim: Em biryarên AKP'ê nas nakin
Hevşaredara Şemrexê Necla Yildirim a ji aliyê Wezareta Karên Hundir a AKP'ê ve ji wezîfeyê hat girtin got, ew guh nadin biryarên hikûmeta AKP’ê û bi gel re wê xebatên xwe bidomînin. -
Berxwedêrên 14'ê Tîrmehê li qadên gerîla hatin bîranîn
Berxwedêrên 14'ê Tîrmehê Hayrî Dûrmûş, Kemal Pîr, Akîf Yilmaz û Alî Çîçek ên di berxwedana li dijî cûntaya leşkerî ya 1980'ê jiyana xwe ji dest dan, li Herêmên Parastinê yên Medyayê bi merasîmeke leşkerî hatin bîranîn. -
YJA Starê Zinarîn Serhat bi bîr anî
Fermandariya Biryargeha Navendî ya YJA Starê, Guler Yarici (Zinarîn Serhat) bi bîr anî. -
YNK û Goran li Helebçeyê jî dibin tifaq
Rayedarên YNK'ê û Tevgera Goran ên li parêzgeha Helebçeyê diyar kirin, ku weke parêzgehên din ên Herêma Kurdistanê, li parêzgeha Helebçeyê jî wê 'Tifaqa Hîwa' ava bikin.