Akel : AKP bi qeyûman wê nikaribe desthilatdariya xwe domdar bike
Hevseroka Şaredariya Êlihê Gulîstan Akel got, AKP bi qeyûman dixwaze şaredariyên DBP’ê bi dest bixe û diyar kir, şerê ku piştî 7’ê Hezîranê li dijî gelê Kurd hatî destpêkirin li tevahiya welêt tê berbelavkirin.
ANF-FERHAT ARSLAN
ÊLIH
yekşem, 17 tîrmehê 2016, 16:05
Hevseroka Şaredariya Êlihê Gulîstan Akel got, AKP bi qeyûman dixwaze şaredariyên DBP’ê bi dest bixe û diyar kir, şerê ku piştî 7’ê Hezîranê li dijî gelê Kurd hatî destpêkirin li tevahiya welêt tê berbelavkirin û bi vî awayî dixwaze desthilatdariya xwe biparêze.
Biryar hatibû dayin bijartiyên ku çûbûn qada şer a ku li Sasona Êlihê di navbera gerîla û leşkeran de derketî, ji peywirê werin standin. Hevseroka Şaredariyê Êlihê Gulîstan Akel ku di nav hevserok, endamên meclîsê û endamên meclîsa bajêr ên girtî de cih digire got, piştî ku AKP/Qesrê destlênedan wekîlên HDP’ê rakir, plan dike ku şaredariyên DBP’ê bi ‘qeyûm’an bi dest bixe. Gulîstan Akel got ji ber çavnebariya AKP’ê ya serkeftina HDP’ê ku di hilbijartinan de bi dest xist, li dijî Kurdan şer ragihand.
Akel pirsên ANF’ê bersivandin.
‘’Di hemû qadên jiyanê de mixabin em pêvajoyeke dijwar dijîn. Bi 7’ê Hezîranê re gelan yekîtiyek bi dest xistin ku dikarîbûn bi hev re azadî, demokrasî û azadiyê bijîn. Lê ji mêj ve em pê dizanin li Tirkiyê rêveberî û desthilatdarî ji bo berjewendiyên xwe her cure amûran didin şixulandin. 7’ê Hezîranê li dijî HDP’ê ku projeya hevpar a gelan e, AKP’ê şerekî mezin da destpêkirin.’’ Akel bi berdewamî diyar kir ev şer bi taybetî li ser Kurdan tê kûrkirin.
Akel bi berdewamî got ev şer niha li hemû welêt tê berbelavkirin û wiha pê de çû, ‘’Armancekî vî şerî hebû; li helêkê bi dest ve nebardana desthilatdariyê û li hêla din jî armanc ew bû ku Şoreşa Rojava di berjwendiya gelan de pêk neyê. Ji ber ku gelê Kurd ev 100 sal e bi polîtîkayên qirkirinê dixwest were tunekirin. Ji bo vê jî AKP’ê jî di polîtîya şer de istar kir li dijî gel şer meşand. AKP’ê li Rojhilata Navîn bi rêxistinên maşik ên wekî DAÎŞ’ê xwest ku şer kûr bike. Paralelî vê li Cizîr, Silopya, Sûr, Farqîn, Nisêbîn, Şirnex û Geverê jî bi hêzeke wiha ku çi tiştên ku bikeve ber, dide ber xwe, xwest pêk bîne. AKP êdî dixwaze bi zor êli ser desthilatdariyê bimîne û vê bi zorê domdar bike. Pêşî bajar hatin hilweşandin û sivîl hatin qetilkirin. Piştre xwestin dest li saziya siyasetê ya vî welatî bidin û destlênedana parlamenteran rakin. Îro jî misêwa teblîgatan ji wekîlan re dişînin. Dîsa di vê pêvajoyê de bi zexta siyasî zextê li siyaseta xwecih û rêveberên xwecih bikin.’’
‘’QEYÛM NE REWA YE, DESTLISERDANÎNA MAFAN E’’
Akel got, ku qeyûman tayinî şaredariyan bikin ji bo civakê wê ti rewatiya vê nebe û diyar kir, ew pê bawer in ku azadî û demokrasî wê li şûna vê pêvajoya giran bistîne.
Akel diyar kir bi taybetî li Kurdistanê li ser hevserokên şaredariyên DBP’ê, xebatkarên wê bi girtin û ji peywirgirtinan û di pêvajoya dawî de bi polîtîkayên qeyûma bi ser vîna siyasî de polîtîkaya qirkirinê tê meşandin û wiha pê de çû: ‘Di cihê xwe de ye ku ji vê re polîtÎkaya qirkirinê were gotin. Ji ber ku bi tenehesibindina gel û beralîkirina wê dixwazin vê qirkirinê pêk bînin. Îro 106 şaredariyên girêdayî DBP’ê hene û hema bibêje dest li ser temamê rêveberiya 106 şaredariyan danîn û vê li gorî qanûnan û destûra bingehîn nakin û yasayên ku rojane ji meclîsê derdixin vê xurt dikin. Lê ti rewatiya civakî ya van biryarên AKP’ê nîn e. Rewatiya w ênîn e ku hevserokek, endamê meclîsê ji peywirê were standin ne jî beralîkirina kesên ku ji hêla gel ve hatine hilbijartin û terorîzekirina wna û tayinkirina qeyûman ji bo civakê ne rewa ye. Li hemberî ragihandina terorîstiyê ya bijartiyan ev terorîzm e. Vê sepanîna neheq a li dijî bijartiyên xwecih ji hêla gel ve wê neyê qebûlkirin. Ez bawer dikim ku ev pêvajo jî wê derbas bibe. Azweriya demokrasiyê û azadiyê ya gel wê bi ser bikeve û dîsa bawer dikim ku wê demorasî bi ser bikeve.’’
'AKP HEWL DIDE BI AMÛRA ZORÊ DESTHILATDARIYA XWE BIPARÊZE'
Akel got, ‘’Ev ji bo ku desthilatdariya xwe ji dest nedin wê dest li ser heqê bi milyonan mirov bidin û ji xwe re veguherînin destkeftinê’’ û diyar kir, AKP ya ku hewl dide bi amûrê zorê desthilatdariya xwe bidomîne wê bi ser nekeve û ew ê serê xwe jê re netewînin.
Akel diyar kir ku di destkeftiya van amûran wê pêk neyê û got, ‘’ Çawa ku ji aliyên şer kesek bi ser nakeve amûrên zorê jî bi ser nakevin. Hin daxuyanî têne dayin. Hem di ser Wezareta Karê Hundir û hem jî di ser walîtî û qeymeqamiyan hin daxuyanî têne dayin. Em daxuyaniyên terorîzekirina şaredariyên DBP’ê dixwînin. Lê em em li ser navê gel ji ber ku li dijî polîtîkayên şaş ên desthilatdariyê derdikevin û ji ber ku em DBP’yî ne dixwazin me bin bixin. Ji bo vê jî em weke kesên bijartî diyar dikin em ê van qeyûmên tayinkirî nas nekin. Biryara destliserdanîna şaredariyên me, ku saziyên gel in û gel ev peywir dayea me, ne meşrû ye û em ê nas nekin.