YNK û Goran li Helebçeyê jî dibin tifaq

Rayedarên YNK'ê û Tevgera Goran ên li parêzgeha Helebçeyê diyar kirin, ku weke parêzgehên din ên Herêma Kurdistanê, li parêzgeha Helebçeyê jî wê 'Tifaqa Hîwa' ava bikin.

Rayedarên YNK'ê û Tevgera Goran ên li parêzgeha Helebçeyê diyar kirin, ku weke parêzgehên din ên Herêma Kurdistanê, li parêzgeha Helebçeyê jî wê 'Tifaqa Hîwa' ava bikin.

Cîgirê Berpirsyarê Şaxa 9 a navçeya Şarezûr ê YNK'ê Ehmed Qedeferî li ser mijarê ji Rojnewsê re axivî û got, "Li parêzgeha Helebçeyê em berî hemû bajar û navçeyên din li benda xebateke bi vî rengî bûn. Xebata li encumeneke hevbeş bi Tevgera Goran re, di bernameya de me de hebû."

Qedeferî ragihand, hemû aliyên di nava hikûmeta xwecihî ya Helebçeyê de cih digirin, namzetên xwe pêşkêşî walîtiya Helebçeyê kirine, walîtiyê jî ev radestî Wezareta Karên Hundir kiriye û ew niha li benda biryara wezaretê ne.

Endamê Civata Giştî ya Tevgera Goran a li Helebçeyê Nîzar Mehmûd jî diyar kir, avakirina 'tifaqa hîwa' li parêzgeha Helebçeyê karekî girîng e û ji bo meşandina vê tifaqê, ew li benda biryara Wezareta Karên Hundir e.