Hevşaredar Yildirim: Em biryarên AKP'ê nas nakin
Hevşaredara Şemrexê Necla Yildirim a ji aliyê Wezareta Karên Hundir a AKP'ê ve ji wezîfeyê hat girtin got, ew guh nadin biryarên hikûmeta AKP’ê û bi gel re wê xebatên xwe bidomînin.
Hevşaredara Şemrexê Necla Yildirim a ji aliyê Wezareta Karên Hundir a AKP'ê ve ji wezîfeyê hat girtin got, ew guh nadin biryarên hikûmeta AKP’ê û bi gel re wê xebatên xwe bidomînin.
Hevşaredara navçeya Mêrdîn Şemrexê Necla Yildirim ku tevî Hevşaredar Alî Ozkan ji aliyê Wezareta Karên Hundir a AKP'ê ve ji wezîfeyê hatin girtin, bal kişand ser şerê hikûmeta AKP’ê û Qesrê yê li dijî vîna xwerêveberiyê û demokratîk a gelê Kurd û got, zextên li ser şaredariyên DBP’ê di nav vê çarçoweyê de ne.
Yildirim bi bîr xist hemû şaredariyên DBP’ê di bin pêlên êrîşê de ne û got ji her demê zêdetir ew ê bixebitin. Necla Yildirim ji ANF’ê re axivî.
'QESR ÊRÎŞÎ TERCÎHA XWERÊVEBERIYÊ YA GELÊ KURD DIKE'
Yildirim bal kişand ser zêdebûna êrîşên li hemberî Şaredariyên Mêrdînê û got, şaredarî ji bo zêdebûnekê li jiyana demokratîk a gelan bike hene. Yildirim bi bîr xist ku ew jî hewl dide di çarçoveya demokratîk de şaredartiyê bikin û diyar kir, ji ber çavnebariya hikûmeta AKP’ê û Qesrê ev êrîş pêk tên. Yildirim anî ziman, şaredariyên AKP’ê di mijara xizmetê û rêveberiya demokratîk de yên ku şaredariya Şemrexê û hemû şaredariyên DBP’ê pêk tînin, nikare bi wan re kab bavêje û got, li holê di mijarên xizmetê, zelaliyê û rêveberiya demokratîk ve ti pirsgirêk nîn in û berevajî vê di van mijaran de şaredariyê DBP’ê di her qadê de modêlek e. Yildirim got, lê belê armanca AKP’ê û Qesrê ew e ku di ser şaredariyên DBP’ê re dixwaze vîna Kurdan radest bigire û xwesteka xwerêveberiyê biçewisîne.
Yildirim da xuyakirin, ku ev zextên li hemberî şaredariyên wan di heman demê de xebatên şaredariyê yên ji bo jinê tên meşandin, hedef digirin.
'ZEXTÊN LI SER ŞAREDARIYA ŞEMREXÊ HER DEWAM BÛN'
Yildirim got, peywira wan ew e ku wekhev nêzî gel bibin û meyla wan a siyasî her çi jî be xizmetê bikin. Yildirim ragihand, ew weke Şaredariya Şemrexê ev du sal û nîv in bi vê perspektîfê dixebitin û gelê Şemrexê ji van xebatan dilxweş in. Yildirim bi bîr xist ku ev salek e zextê li ser şaredariya Şemrexê berdewam in û got, Hevşaredar Alî Ozkan û gelek xebatkarên şaredariyê bûne hedefa zextan. Yildirim anî ziman, Hevşaredarê wan ev mehan e girtî ye û endamên meclîsa şaredariyê, personel ji operasyonên qirkirina siyasî re tim dibine hedef. Yildirim diyar kir dewlet di nav wê lêgerînê de ye ku têkiliya di navbera gel û şaredariyê de qut bike û her ji bo vê li komloya geriyaye. Yildirim da zanîn, herî dawî heya ku ew ji peywirê hatine girtin ev êrîş û komplo bi dawî nebûne. Yildirim diyar kir tenê ne Şemrex, li ser hemû şaredariyên DBP’ê ev cure êrîş û komlo hene.
'EM BI BIRYARÊN WEZÎRAN NAXEBITIN'
Yildirim bi bîr xist, piştî êrîşa gerîlayan a bi ser qereqola Cewzatê ku di 9’ê Tîrmehê pêk hatibû, ji hêla çapemeniya şer û hikûmetê ve ew hedef hatine nîşandan û piştî vê ew ji peywirê hatine girtin. Yildirim got sedema ku ew ji peywirê hatine girtin bi vê çalakiyê re eleqeya xwe nîn e û got dewlet partiya wan, xebatên şaredariya wan û modêla demokratîk a ku ew dixwazim pêk bînin kirine hedefa xwe de.
Yildirim diyar kir, Wezareta Karên Hundir senaryoya ku berê hatibû çêkirin xistiye meriyetê û got, "Em bi biryara wezeretan û hikûmetê nehatine vir û em ne xebitîne. Ji niha û vir ve jî wê wiha be. Em ê bi gelê xwe re bixebitin û em ê îradeya gel ji xwe re esas bigirin."
Yildirim got ew ê vîna gel bi gel re temsîl bikin.
'AKP DURÛTIYÊ DIKE'
Yildirim da xuyakirin, ku AKP şaredariyên DBP'yî yên bi rêjeyek nêzî ji sedî sed a dengan hatine hilbijartin hedef digire. Yildirim got, "AKP, ji ber ku ji sedî pêncî yê dengan girtiye dibêje 'em bi vîna gel hatine, lewma em çi bixwazin em ê wê bikin'. Lê belê em bi dengê nêzî ji sedî sedî hatine hilbijartin û hurmetê nîşanî şaredariyên me nadin. Em dizanin bê armanca AKP'ê çi ye."
'QEYÛM NIKARIN BIXEBITIN'
Yildirim bibîr xist, ku tevî xebateke berfireh a mufetîşên AKP'ê jî, ti karekî ne li rê li Şaredariya wan nehatiye dîtin û destnîşan kir, şaredariyên wan bi pîr û paqî tên birêvebirin. Hevşaredar Yildirim diyar kir, li hemberî qeyûmên AKP wezîfedar bike, wê gel li ber xwe bide û ragihand, cihê qeyûman li Şaredariyên DBP û li nava gelê Kurdistanê nîne.
Yildirim da zanîn, biryara hatiye standin biryareke siyasî ye, ew ê jî tevî gelê xwe li hemberî vê biryara siyasî li ber xwe bidin.
'EM Ê JI HER DEMÊ BÊHTIR BIXEBITIN'
Yildirim da xuyakirin, ku ew ji aliyê hiqûqî ve li dijî biryara Wezareta Karên Hundir derketine û ragihand, çi dibe bila bibe ew ê ji niha û pê ve tevî gelê xwe, ji her demê bêhtir bixebitin.
Yildirim destnîşan kir, kes nikare xizmetên şaredariyê asteng bike û got, gel piştî vê biryarê xwedî li şaredariya xwe derketiye û destnîşan kiriye ku ew biryarê nas nake.