Leşkerên Tirk 2 welatiyên Rojava birîndar kirin
Leşkerên Tirk, 2 welatiyên ji Rojavayê Kurdistanê ku birayên hev in, birîndar kirin.
Leşkerên Tirk, 2 welatiyên ji Rojavayê Kurdistanê ku birayên hev in, birîndar kirin.
Leşkerên Tirk gule berdan Celal Elî Hemdî (26) û Mistefa Elî Hemdî (24) yên li gundê El Heşîşe yê Girê Spî dijîn. Di encama vê êrîşa leşkerên Tirk de her du bira ji lingên xwe birîndar bûn.
Her du birayên birîndar, Nexweşxanaya Girê Spî tên dermankirin.
Mistefa Elî Hemdî diyar kir, leşkerên Tirk bi ti awayî ew hişyar nekirine û yekser gule berdane wan.