BI DÎMEN

'Kurd wê bibin pêşengê demokratîkbûna Rojhilata Navîn'

Endamê Desteya Rêveber a TEV-DEM'ê Aldar Xelîl diyar kir, Kurd wê bibin pêşengê demokratîkbûna Rojhilata Navîn û destnîşan kir, sîstemeke demokratîk a li Sûriyeyê ava bibe, wê ji welatên herêmê re bibe mînak.

Xelîl da xuyakirin, ku Kurd ji berê ve xwedî çandeke demokratîk in û niha jî felsefeyeke wan a demokratîk heye. Xelîl da zanîn, Kurd ku gelekî bê dewlet e, dûrî nexweşiyên desthilatdariyê ye.

Xelîl bi wesîleya salvegera Şoreşa Rojava ji ajansa me re axivî.

TAYBETMENDIYA BINGEHÎN A ŞOREŞÊ, DEMOKRATÎKBÛNA WÊ YE

Şoreşa Rojava di nava 5 salan de em bi şerekî mezin ê parastinê, hem jî bi avakirina sîstemê meşiya. Rêveberiya Xweseirya Demokratîk hat ragihandin û herî dawî Federasyona Demokratîk a Sûriyeyê pêk hat. Di nava krîz û kaosa li Sûriyeyê de girîngiya van ji bo siberoja demokratîk û azad a gelên li Rojava û Sûriyeyê çi ye?

Rastiya Şoreşa Rojava çi ye? Şoreşa demokratîk e, ya demokratîkkirina Sûriyeyê ye. Û avakirina jiyaneke azad e. Ji bo ev pêk bê, me got divê ev civak xwedî meclîs û saziyên xwe be û xwe bi xwe bi rê ve bibe. Li gorî baweriya me, eger ne bi vî rengî bûya, wê ev sîstem ava nebûya. Ji ber ku li ser vê bingehê ava bû, hêdî hêdî gav bi gav destpê kir û heta niha dewam dike. Em nabêjin em niha gihaştine dawiya wê. Em hê di pêvajoya şoreşê de ne. Me bi avakirina van saziyan re hêdî hêdî Xweseriya Demokratîk ragihand. Xweseriya Demokratîk ne weke desthilatdariyekê hema hat û hikum xist destê xwe. Ne wisa ye. Civakê berê saziyên xwe çê kir, xwe bi xwe bi rê ve bir. Berî em xweseriyê îlan bikin, derdora sal û nîvekê, du salan civakê xwe bi xwe bi rê ve dibir. Lê şiklê wê yê sîstematîk, bi navê xweseriyê derket holê. Ev yek. Ya duyemîn; afirandina saziyên xweseriyê bi xwe pêşketinek bû. Gavek hîn bi pêş ve bû, ku tu rêveberiya wê civakê hê bêhtir bi sazî bike. Lê bi vê jî em nesekinî. Me got, 'me weke rê ji xwe re xweserî esas girt, lê belê divê xweserî berfireh bibe. Divê tenê li nava herêmekê nemîne. Divê bibe malê tevahiya gelê Sûriyeyê.' Ev yek wê di heman demê de bê wateya, ku em weke temamiya gelên Sûriyeyê ji bo çareseriyê li ser sîstemekê li hev bikin. Ji bo ev sîstem di destûra bingehîn a Sûriyeya nû de cih bigire, divê em li ser vê sîstemê li hev bikin. Me çi kir? Me êdî projeya Federasyona Demokratîk derxist holê. 

TEVÎ DIJBERIYA TIRKIYE Û DERDORÊN ŞOVEN, ME EV YEK BI SER XIST

Lê belê kelemên derketin pêşiya me çi bûn? Di aliyê siyasî de gelek alî, bi taybetî aliyên şovenîst, aliyên ku nûnertiya şovenbûna Ereb dikin li dijî vê projeyê derketin. Wan çi dixwest? Ew dixwazin bi tenê desthilatdariyê têxin destê xwe. Wan digot, eger hikmê navendî, rêveberiya navendî li Sûriyeyê rabe, em qebûl nakin. Ew li vê difikirin. Dibêjin 'ez şer dikim ji bo ez desthilatdariyê têxim destê xwe, ez weke Beşar Esad vî welatî têxim destê xwe. Ma eger rengê rêveberiya navendî radibe, wê çaxê çi feyda min ma'. Ev vê hesab dikin. Yanî amade ne temamiya Sûriye xera bibe, miletê Sûriyeyê bi temamî koçber bibe ne ji bo jiyaneke xweş ava bibe. Ji bo desthilatdarî têkeve destê wan. Ê em jî sîstemekê ava dikin, di wê sîstemê de desthilatdarî tineye. Berî ku rejîm li dijî wê derkeve, ew li dijî wê derketin. Û heta niha jî dijberiya xwe dewam dikin. Ji aliyê leşkerî ve jî rewş bi vî rengî ye. Dewleta Tirk ji destpêkê ve li dijî me xebitî. Bi rêya îstîxbarata xwe, bi rêya hin partiyên siyasî yên pê ve girêdayî, bi rêya hin komên din re. Li dijî me pir xebat û hewldan kir. Û pir antî propaganda kir. Li dijî me siyaseta reşkirinê da meşandin. Lê tiştê diyar e û her kesî dît; berxwedana ku gelê Rojava kir û bi taybetî di berxwedana li Kobanê de derket holê ku ev şoreş xwedî bingeheke xurt e. Û tu nikare bi rêya hevalbendên xwe yên weke DAIŞ û hevalbendên xwe yên siyasî yên weke Kurd û li derveyî Kurdan, Şoreşa Rojava bişikîne. 

SÎSTEMA FEDERAL WÊ JI BO HEMÛ WELATÊN CÎRAN BIBE MÎNAK

Her çiqasî vê çandî bandor li hemû civakan kiribe jî, bes Kurdan li kêleka wê bandora desthilatdariyê, ji ber ku nebûna dewlet ew çanda demokratîk a jiyana xwezayî di nava xwe de winda nekiriye. Hînê ew xwezayiya jiyana komunal, jiyana civakî, jiyana kolektîfa ya xwezayî weke Kurd me tiştne jê di nava xwe de parastine. Ev faktoreke zêde dibe ji faktorên ku weke me got, ku em îro xwedî projeyekê ne, xwedî şoreşê ne. Li hemû herêman me niha dest bi tecrûbeyekê kir û dest bi şoreşekê kir, ku vê şoreşê encamên baş bi xwe re derxistine. Zor û zehmetiyên wê jî hene, lê wê bi ser bikeve û bibe mînakek. Sîstema federal wê li Sûriyeyê pêk bê û ev ê bibe nimûneyek ji welatên cîranê Sûriyeyê re. 

HEMÛ PÊKHATE DI NAVA HEMÛ SAZIYÊN SÎSTEMÊ DE CIH DIGIRIN

Vê sîstema ku em behsa wê dikin, em ji jêrê ve destpê dikin. Yên din digotin 'em ji jorê, yanî em desthilatdariyê têxin destê xwe û sîstemê ava bikin'. Em dibêjin, 'Na, divê ji jêrê ve bê kirin'. Ji jêrê ve çawa ye? Civak e. Civak ji Kurd, Suryanî, Asûrî, Ereb, Tirkmenan pêk tê. Ev hemû pêkhate, di nava hemû meclîs û dezgehên hatine damezrandin de hene. Yanî êdî ew jiyana hevbeş, jiyana giştî ya wekhev, jiyana kolektîf di nava tevan de bingaha wê çêdibe.

KURD PÊŞENGIYÊ JI DEMOKRATÎKBÛNA ROJHILATA NAVÎN RE DIKIN

Eger Şoreş û projeyên we bi ser bikevin, ev yek wê bandoreke çawa li jiyana demokratîk û azad a gelên Rojhilata Navîn bike?

Ji bo çi wê Kurd û Ereb bi hev bikevin? Ji bo çi wê Sûnî û Elewî bi hev bikevin? Ji bo çi wê Xiristiyan û Misilman bi hev bikevin? Na. Bila em tev hev bijîn. Ev tecrûbeya em dijîn, êdî bûye mînaka wê. Û her kes vê dibîne. Niha jî gelek welat, gelek rêxistin û kesayetên navdar ên em dîtin, her kes dibêjin; we bi esasî tiştekî pir baş kirine. Heta hin welatan digotin, 'xwezî me jî weke we kiriba'. Mesela hinek Lubnaniyan digotin, 'Bi salan em di nava şerê navxweyî de man. Û niha jî bandora wê hê li ser siyaseta me heye, xwezî ya me jî weke ya we bûya'. Mesela Iraq. Ji roja Saddam Huseyîn çûye û heta niha Iraqê hînê jiyaneke bi vî rengî rehet nedîtiye. Rewşa li herêmê bi giştî bi vî rengî ye. Ji ber vê yekê, em bawerin Şoreşa 19'ê Tîrmehê wê bibe sembola Şoreşa Demokratîk li Rojhilata Navîn, wê bibe pêşenga destpêkirina pêvajoyeke nû di jiyana gelan de.