'Pêwîste rastî neyên veşartin'
Harûn ango Suleyman Benek ê ku her tim li pey rastiya gelê xwe ketiye.
Harûn ango Suleyman Benek ê ku her tim li pey rastiya gelê xwe ketiye.
Harûn ango Suleyman Benek ê ku her tim li pey rastiya gelê xwe ketiye. Suleyman Benek ê di sala 1975'an de li navçeya Şirnex Qilabanê ji dayik bû, di ciwantiya xwe de rastiya neyaran dît û di sala 1994'an de ji neçarî li ser xaka xwe bû penaber. Di emrê xwe yê ciwantiyê de hewl dide vê rastiyê hem bi gel, hem jî bi raya giştî re bide nîşandan û fêmkirin. Li kampa Şehîd Rustem Cûdî, yekem kesê karê çapemeniyê dide destpêkirin Suleyman Benek e. Suleyman Benek bi nasnav Harûn Esen ê di sala 1999'an de tevlî nava refên gerîla bû, di 15'ê Hezîrana sala 2003'an de li gundê Pul ê Çewlikê di şer de jiyana xwe ji dest da. Hevrêyê Benek, Ubeyd Hilalî bi gotina 'pêwîste rastî neyên veşartin' hevrê xwe vedibêje.
HEVALÊ HEVALTIYÊ
Ubeyd Hilalî balê dikişîne ser hevrêtiya Harûn û dibêje, "Min di emrê zarokatiyê de heval Harûn nas kir. Em li dibistanê jî bi hev re bûn, her çiqasî ez du sal beriya wê jî bûm lê me bi hev re dibistana navîn xwend. Piştî ku em penaber bûn, di sala 1996’an de me bi hev re xebatên çapemeniyê meşand. Heya sala 1999’an beşdarî nava refên bû jî em bi hev re bûn. Bi rastî hevaltiya heval Harûn bi çend gotinan nayê ser ziman. Hevrê Harûn mirovekî hevaltiyê bû. Di rojên gelek nexweş de me bi hev re bîranîn û rojên gelek bi wate parve kirin."
DI NAVA DERFETÊN KÊM DE DERFET DAFIRAND
Ubeyd Hilalî işaret bi tinebûna derfetên wê demê kir û "Di karê xwe de me ti astengî nas nedikir. Di wê demê de, tevî karê xwe, ji dervreyî arşîvê me di heman demê de ji bo dibistanan, tax û karê rêxistinî jî kar dikir û bêdudilî em bi erka xwe radibûn. Di nava bêderfetiyê de me derfet dafirand. Derfetên wê demê weke vê demê rehet nebû. Hem ji aliyê amûrên kar ve, hem jî ji aliyê jiyanî ve. Ti carî heval Harûn jî û min jî me nedigot pêwîste ewqasî derfetên me hebin ji bo ku em kar bikin. Me digot, karê me çawa baş û serketî be ew girîng e."
Di nava wê bêderfetiyê de kovareke bi navê Penaber derdixin. Di vê derbarê de jî Ubeyd Hilalî dibêje, "Ww kovar bi keda heval Harûn derket holê. Gelek cara me bi destê xwe dinivîsand. Ji ber ku me tenê yek daktîlo hebû, ew jî tenê heval Harûn dikarî bikar bîne."
HEVALÊ HARÛN JI HER ALÎ VE MIROVEKÎ AZAD BÛ
Di berdewamiya gotinên xwe de Ubeyd li ser kesayetiya Harûn disekine. Destnîşan dike, ku Harûn ti astengî li pêşiya karê xwe nas nedikirin û wiha dewam dike: "Ji bo heval Harûn westandin tinebû. Her wiha xwe fedayê jiyanê û civaka xwe kiribû. Bi rastî jî xwe weke ferdekî rêxistinê didît. Ji bo ku wê xebatê bi ser bixîne hemû hêz û zanabûyîna xwe dixist xizmeta kar û rêxistinê de. Heval Harûn ne mirovekî ezezî bû. Gelek merd û wêrek bû. Bi zanabûyînekê kûr kar û xebatên xwe dida meşandin. Ango di wê zanabûyînê de bû ku, kar û xebatekê ku dide meşandin xebatek stratejîke û gelek girîng e."
Ubeyd di dawiya gotinên xwe de ji bo beşdarbûna Harûn ê nava refên gerîla jî wiha dibêje; "Hevrê Harûn di sala 1999’an de beşdarê nava refên gerîla bû. Ev tevlîbûyînek zanist bû. Bi zanabûyînek kûr re biryara xwe da û tevlê nava refên gerîla bû."