Li Farqînê kesek hate girtin
Ji 9 kesên ku li navçeya Farqîn a Amedê dema “qedexeya kolanan” de hatin binçavkirin, Îhsan Eken hate girtin.
Ji 9 kesên ku li navçeya Farqîn a Amedê dema “qedexeya kolanan” de hatin binçavkirin, Îhsan Eken hate girtin.
Li navçeya Farqîn a Amedê di serdegirtinên malan de ku piştî “qedexeya kolanan” a 14’ê Tîrmehê hatibû destpêkirin, ji 25 kesên hatibûn binçavkirin, duh 16 hatin berdan, 9’ên mayî jî sewqî edliyeyê hatin kirin. 9 kesên ku li gundên Dêrikamiqûrê, Malaelîkê, Siltêniyê, Mistika, Malahirmo û Dêrika Hemê Reşo hatibûn binçavkirin, piştî karûbarên li dozgeriyê bi daxwaza girtinê sewqî hakimtiya lêpirsînê hatin kiirn.
Ji 9 kesan Îhsan Eken (49) bi îdîaya “alîkarî daye rêxistinê” hate girtin, 8 kesên din jî hatin berdan.