YJA Starê Zinarîn Serhat bi bîr anî

Fermandariya Biryargeha Navendî ya YJA Starê, Guler Yarici (Zinarîn Serhat) bi bîr anî.

Fermandariya Biryargeha Navendî ya YJA Starê bi daxuyaniyeke nivîskî, gerîlaya YJA Starê Guler Yarici (Zinarîn Serhat) bi bîr anî.

Fermandariya Biryargeha Navendî da xuyakirin, ku berxwedana herî bi heybet a dîroka gelê Kurdistanê tê kirin û da zanîn, ev berxwedan li Cizîr, Sûr, Silopiya, Hezex û Nisêbînê bi ruhê fedayî tacîdar bûye, li Licê di xeta lehengiyê de abîdeyên dilsoziya bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û gelê Kurd re derxistiye holê.

Di daxuyaniyê de hat gotin, "Di vê berxwedana dîrokî de, sekna Zinarîn Serhat û hevrêyên pê re şehîd ketin, careke din nîşan daye ku gerîlayên Kurdistanê têk naçin. Hevala Zinarîn bi bandora berxwedana Geliyê Zîlan, bi bandora hestên welatparêziyê yên xurt mezin bû." Fermandariyê diyar kir, Zinarîn Serhat hê di emrê zarokatiyê de rûyê dagirkeriyê nas kiriye, hêrsa xwe ya li hemberî dijmin veguherandiye qîrîna azadiyê û di sala 1998'an de li nava refên berxwedanê dest bi têkoşînê kiriye.

Di dewama daxuyaniyê de hat gotin, "Ji roja dest bi têkoşînê kir û heta kêliya şehadetê, bê teredût hemû wezîfe bi hişmendî û berpirsyariyeke mezin bi cih anî. Hevrê Zinarîn xwest li qadên herî zehmet ê têkoşînê bimîne û li dijî dijmin şer bike. Dilsozî û baweriya wê ya bi Rêber Apo re, ew bir qadên bakur, bir Dersîm û Amedê. Bi ruhekî fedaî û berxwedaneke mezin her tim li refên herî pêş hewl da erk û wezîfeyên xwe bi cih bîne. Bi taybetî weke fermandareke pêşeng a tevgera azadiya jinê, her tim xwest li ser şopa hevrêya me Sara bimeşe. Tevî pîvan û sekna xwe ya serketî ya bîrdozî û rêxistinî, di heman demê de fermandareke me ya jin bû, ku di nava şerê dijwar de xwe bi pêş xist.

Zinarîn weke pîvanekê danî pêşiya xwe ku li Dersîmê mîna Zîlan tevlî bibe, li Amedê mîna Hêvîdar şer bike. Cewhera fedayîtî ya PKK'ê jiya û ji bo parastin û pêşvebirina xeta têkoşînê kedeke mezin da. Lewma, hevrêyên tevî hevala Zinarîn li dijî êrîşên topyekûn ên dijmin derketin û şehîd ketin, li erka xwe ya milîtaniyê xwedî derketin, hemû xewn, xeyal û armancên AKP'ê pûç kirin, li Licê destan nivîsandin. Bûn fermandarê serdemê.

Li ser vê bingehê em ji malbatên hevala Zinarîn û hemû hevalên pê re şehîd ketin, ji gelê Kurdistanê re sersaxiyê dixwazin. Em ê bi bîranîna şehîdên xwe re dilsoz bin, têkoşînê mezintir bikin û bi ser bixînin."

...