Ocalan Îso: Şoreşa 19'ê Tîrmehê bi ruhê berxwedana zîndana Amedê pêk hat
Cîgirê Desteya Parastinê yê Kantona Kobanê Ocalan Îso diyar kir, Şoreşa 19'ê Tîrmehê bi ruhê berxwedana zîndana Amedê û serhildana Qamişlo ya sala 2004'an pêk hatiye.
Cîgirê Desteya Parastinê yê Kantona Kobanê Ocalan Îso diyar kir, Şoreşa 19'ê Tîrmehê bi ruhê berxwedana zîndana Amedê û serhildana Qamişlo ya sala 2004'an pêk hatiye.
Cîgirê Desteya Parastinê yê Kantona Kobanê Ocalan Îso bi boneya salvegera 4. a Şoreşa 19 Tîrmehê ji ANF'ê re axivî. Îso got, "Şoreşa Rojava ya ku li Kobanê di roja 19 Tîrmeha 2012'an de destpê kir, berhema serhildana Qamişlo ya 2004 an bû. Di wê demê de, gelê Kurd ê li Rjava li hemberî desthilatdariya rejîma Baas serî hildan û li dijî zora rejîmê derket. Gelê me, ku banga 'Berxwedan Jiyan e' ya zîndana Amedê bihîst, di nava xwe de ruhê berxwedanê afirand û ji bo şoreşê amadekarî kir."
Îso bal kişand ser zilm û zora rejîma Baas a piştî serhildana Qamişloyê, ku gelek Kurd di zîndanan de kuştin û diyar kir, Kurdan bi ti awayî serê xwe li ber rejîmê neewandin û di 19'ê Tîrmehê de şoreş dan destpêkirin.
Ocalan Îso got, "Rejîma Baas, piştî serhildana Qamişloyê ket qonaxeke nû ya înkarkirin û qirkirina Kurdan. Êdî girtiyên siyasî di zîndana de kuşt, mîna Şehîd Bavê Cûdî û Şehîd Mamoste Osman Dadalî. Lê gelê Kurd serî li ber vê zilmê netewand, xwe bi rêxistin kir û ji bo destpêkirinê li benda demeke guncaw man."
Îso da xuyakirin, ku gelê Kurd êdî zordariya ti kesî li ser xwe qebûl nekir û wiha pê de çû: "Li gelek dewletên Ereb şoreşê destpê kiribû. Heta ku giha Sûriyeyê. Lê li Sûriyeyê rejîmê xweguhertin qebûl nekir. Li ser vê yekê, kesên guhertin xwestin, xwe avêtin nava destên dewletên Tirk, Erebîstana Siûdî û Qeterê. Van dewletan hin tabûrên leşkerî ji bo berjewendiyên xwe ava kirin û li gorî xwe bi kar anîn. Kurd ne mecbûr bûn bibin koleyê kesî. Me şoreşek li gorî berjewendiyên gelê xwe pêk anîn."
Îso anî ziman ku berî şoreşa 19 Tîrmehê destpê bike, komên çekdar yên girêdayî opozîsyona Sûriyeyê bajarên Cereblûs û Minbicê ji rejîmê standin û ji ber metirsiya ew kom bikevin Kobanê, hêza Yekîneyên Xweparastina Gel a ku ji ciwanên rojava pêkdihat, xwe dan ber sînorê Kobanê da ku ti hêz ber bi Kobanê ve neyê. Piştre ciwanên Kobanê di 19'ê Tîrmehê de derketin kolanan, şoreşa xwe ragihandin û rejîm ji Kobanê derxistin."
Îso di dawiya axaftina xwe de bilêv kir, ku ji destpêka şoreşa 19 Tîrmehê û heta niha gelê Kurd roj bi roj xwe îsbat dike di her qadê de bi pêş ve diçe û got, "Ji ber ku em ji bo demokrasiyê têdikoşin, em di şoreşa xwe de demokasiyê bikar tînin, hemû pêkhateyên Rojava li kêleka Kurdan di nava rêveberiyê de ne. Hemû biryarên ji bo berjewendiyên civakê tên girtin, rola wan pêkhateyan jî têde heye. Ji xwe ew jî beşek ji rêveberiyê ne. Ji ber wê hemû cîhan berê xwe li me ye û destekê didin tecrûbeya me. Heya niha hem şoreşa me bi ser ketiye, hem jî projeya me tê qebûlkirin."