KCK: Divê malbat û perêzer Rêber Apo bibînin
KCK: Divê endamên malbat û parêzer bi Rêber Apo re bicive, têkildarî tendirustî û ewlekariyê gelê me û hêzên demokrasiyê agahdar bikin.
KCK: Divê endamên malbat û parêzer bi Rêber Apo re bicive, têkildarî tendirustî û ewlekariyê gelê me û hêzên demokrasiyê agahdar bikin.
KCK’ê got, “Di rewşeke wiha awarte de têkildarî tendirustî û ewlekariya Rêber Apo her tiştî bi awayekî zelal em dixwazin fêm bikin. Ji ber vê divê endamên malbat û parêzer bi Rêber Apo re bicive, têkildarî tendirustî û ewlekariyê gelê me û hêzên demokrasiyê agahdar bikin.
Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê daxuyaniyek nivîskî da û diyar kir ku di encama hewldana darbeyê de ku di 15’ê Tîrmehê de li Tirkiyeyê pêk hat û di encama şer de mirin çêbûn, hikûmetê dest bi girtinan kir û di vî warî de hewldanên nû yên siyasî pêş xist û şer gihandiye asteke nû û got: “AKP û hevkarên wê di vê rewşa aloz de karên di dema normal de nikarîbû bikin hewl didin ji van aloziyan sûdê wergirin. Ji ber vê fikarên gelê Kurd, dostên wan û tevgera me ya azadiyê yên têkildarî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hê zêdetir dibin.”
Di daxuyaniya Konseya Rêveber a KCK’ê de hate bi bîr xistin ku desthilatdariya AKP’ê şerê ku li hember Tevgera Azadiyê û hêzên demokrasî dimeşîne yekem bi tecrîda girankirî ya li hember Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daye destpêkirin û wiha pê de çû: “Ji derveyî ziyareta heyeta CPT’ê, ev salek û nîv e ti hevdîtin li Îmraliyê pêk nehatine. Di vê demê de me ti agahî ji Rêberê xwe negirtiye. Heyeta CPT ya ku çûbû Îmraliyê jî têkildarî hevdîtina bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re, rewşa Îmraliyê ti daxuyanî neda, yek peyv jî têkildarî tendirustî û ewlekariyê nekirin. Ev salek û nîv e tecîrda girankirî li hember Rêbertiya me heye. Nêzîkatiyên li hember Rêbertiya me, gelê me û me yên AKP û mûtefîkên wê ku li hember gelê me şerekî qirêj û wehşî dide meşandin, piştî vê hewldana darbeyê fikarên hê mezintir ava kiriye.
Em careke din binî xet dikin ku di mijara ewlekarî û tendirustiya Rêber Apo de, hikûmeta AKP’ê ya ku di serî de li ser desthiladariyê û tîne ziman ku li ser her tiştî hakîm e berpirs e. Bila hemû cîhan, siyasetmedarên li Tirkiyeyê, rayedarên dewletê, hikûmeta AKP’ê baş bizane, gelê me di mijara ewlekarî û tendirustiya Rêberê xwe de pir hesas e. Her çendî tevgera me bi desthiladariya AKP’ê re di nava şer de be jî, divê her kes baş bizane her nêzîkatiyeke çewt a li hember Rêbertiya me wê eniya şer vegerîne asteke hê kûrtir.
Di vê rewşa heyî de ku fikarên me hê zêdetir dike, gelê me têkildarî ewlekarî û tendirustiya Rêbertiya xwe dixwaze her tiştî bi zelalî bizanibe. Di vê rewşê de divê endamên malbatê û parêzer bi Rêber Apo re bicive, têkildarî tendirustî û ewlekariyê gelê me û hêzên demokrasiyê agahdar bikin. Di vê mijarê de gelê me pir bi fikar e û divê lezgîn ji Rêbertiya xwe agahiyên bi tendirust bigirin.
Gelê me ji bo tendirustî û ewlekariya Rêbertiya xwe bizanibe pêwîst e bikeve nava tevgerê; heta ku endamên malbat û parêzer bi Rêber Apo re bicive û têkildarî ewlekarî û tendirustiya wî agahiyên zelal û rast negire, divê gelê me kolanan neterikîne û çalakiyên xwe dewam bikin. Ji bo agahî ji ewlekarî û tendirustiya Rêbertiya xwe bigirin dakevin kolanan, ji banga Erdogan a ku ji bo desthiladariya xwe li gel kir ku dakevin kolanan hê cudatir û rewşeke meşrû îfade bikin. Di vî alî de heta ku fikarên têkildarî Rêber Apo derbas bibin, divê gelê me kolanan neterikînin, çalakiyên xwe yên meşrû û demokratîk bi gelek rê û rêbazan dewam bikin.
Mijara tendiristiyê û ewlekariyê ya Rêber Apo, ku di têkoşîna demokrasî û azadiyê ya Tirkiyê de xwedî roleke dîrokî ye, ku êdî bi demokratîkbûna Tirkiyê re rasterast têkildar e, rewşeke wiha ye ku hêzên demokrasiyê divê bi bihistyariyeke mezin nêz bibin. Ji vî alî ve hemû hêzên demokrasiyê ji bo metirsiya gelê me ya li ser tendirustî û ewlekariya Rêber Apo bibin bersiv divê hewldanên xwe xurttir bikin û bi helwest û çalakiyên xwe nîşan bidin ku ew li gel gelê me ne.
Rêber Apo ji ber ku bi komployeke navdewletî hate radestkirin, pirsgirêka wî ya tendirustiyê û ewlekariyê ji ber ku rewşa siyasî ya Tirkiyeyê jî ji nêz ve têkildar dike, di mijara Rêber Apo de hêzên navdewletî jî berpirsyar in. Ji vî alî ve di serî de saziyên têkildarî mafê mirovan ên wekî CPT, hêzên siyasî yên navdewletî û hemû dewletên ku bi dewleta Tirkiyeyê re têkildar in, ji bo ku ji metirsiya gelê me re bibin bersiv divê xwedî helwest bin û di nav liv û tevgerê de bin.
Di nav normên hiqûqî yên gerdûnî de be jî, Rêber Apo divê teqez bi malbat û parêzerên xwe re hevdîtinan pêk bîne. Ji vî alî ve mafê herî bingehîn û xwezayî ye ku gelê me li ser mijara azadî û ewlekariya Rêber Apo têbikoşe.
Ji hêla din ve jî ta ku azadiya Rêber Apo pêk neyê ne demokratîkbûna Tirkiyê pêk tê û ne jî krîzên siyasî diqedin. Têkoşîna ji bo tenduristî, azadî û ewlekariya Rêber Apo, her wiha têkoşîna demokratîkkirina Tirkiyeyê û li ser vê bingehê jî têkoşîna çareserkirina meseleya Kurd e. Ji bo vê jî em bang li gelê xwe, dostên gelê Kurd û hêzên demokrasiyê dikin ku hewldan û têkoşîna xwe ya ji bo tendirustî, ewlekarî û azadiya Rêber Apo xurttir bikin û bi seraqetî pêk bînin.’’