Li Minbicê şer giran e: 80 çete hatin kuştin
Operasyona Şehîd Ebû Leyla ya ji bo rizgarkirina Minbicê, dewam dike. Di şerê danê vê sibehê yê li Minbicê de herî kêm 80 çete hatin kuştin.
Operasyona Şehîd Ebû Leyla ya ji bo rizgarkirina Minbicê, dewam dike. Di şerê danê vê sibehê yê li Minbicê de herî kêm 80 çete hatin kuştin.
Li gorî agahiyên ji herêmê hatine wergirtin, çeteyên DAIŞ'ê ber destê sibehê saet di 04:00 de ji 3 baskan ve êrîş kirin.
Çeteyan li bakurê bajêr, ji aliyê Çemê Sacûrê, li başûrê bajêr êrîşî gundên Qera El Kebîra, Qera El Zixîra û Oseclî Tok El Xelîl, li aliyê rojava jî êrîşî gundê Um Edese kirin. Şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê bi tundî bersiv dan çeteyên DAIŞ'ê.
Di vî şerî de 80 çete hatin kuştin, maşînek zirxî û hawanek çeteyan hatin rûxandin. Tê gotin, şerê li herêmê hê dewam dike.