Şervanê YPG’ê Ozbeklî li warê xwe hate definkirin
Şervanê YPG'ê Serhat Ozbeklî (Rûbar Amed) ê ku berî 2 salan li Kobanê di şer de jiyana xwe ji dest dabû, piştî testa DNA'yê cenazeyê wî li Pirsûsê hate wergirtin û anîn Amedê.

Şervanê YPG'ê Serhat Ozbeklî (Rûbar Amed) ê ku berî 2 salan li Kobanê jiyana xwe ji dest dabû û cenazeyê wî li navçeya Pirsûsê ya Rihayê hatibû definkirin, piştî testa DNA'yê cenazeyê wî hate teşxîskirin. Piştre malbatê ji bo girtina cenaze serî li dozgeriyê da. Piştî karûbarên li dozgeriyê qediyan, malbatê cenazeyê kurê xwe li Pirsûsê wergirtin û anîn navçeya Rezan a Amedê, li Goristana Yenîşehîrê defin kirin.
Piştî rêzgirtinê, sirûda Çerxa Şoreşê hat xwandin. Di merasîma cenaze de hevseroka MEYADER'ê Ayşe Dîcle axivî û diyar kir ku ciwanên kurd li hemberî zilmê serî netewandine û eşkere kir ku heta ew vê erdnîgariyê azad nekin wê têkoşîna xwe bidomînin.
Dayika Ozbeklî Zarîfe Ozbeklî jî axivî û destnîşan kir ku Rûbar Amed şehîdê Kurdistanê ye û wiha got: "Ez hêvî dikin êdî Bêrîtan, Zîlan û Rûbar jiyana xwe ji dest nedin. Ez wê têkoşîna kurê xwe berdewam bikim. Şehîd namirin."