Berxwedêrên 14'ê Tîrmehê li qadên gerîla hatin bîranîn
Berxwedêrên 14'ê Tîrmehê Hayrî Dûrmûş, Kemal Pîr, Akîf Yilmaz û Alî Çîçek ên di berxwedana li dijî cûntaya leşkerî ya 1980'ê jiyana xwe ji dest dan, li Herêmên Parastinê yên Medyayê bi merasîmeke leşkerî hatin bîranîn.
ANF
BEHDÎNAN
yekşem, 17 tîrmehê 2016, 11:42
Berxwedêrên 14'ê Tîrmehê Hayrî Dûrmûş, Kemal Pîr, Akîf Yilmaz û Alî Çîçek ên di berxwedana li dijî cûntaya leşkerî ya 1980'ê jiyana xwe ji dest dan, li Herêmên Parastinê yên Medyayê bi merasîmeke leşkerî hatin bîranîn.
Di salvgera 35. a berxwedana Rojiya Mirinê ya 14’ê Tîrmehê de li Herêmên Parastinê yên Medyayê merasîmeke leşkerî hatin hat lidarxistin. Ji fermanarên Biryargeha Navendî ya YJA Starê Hemrîn Dersîm, ji fermandarên YJA Starê Milîtan Dersîm, Pîroz Mardîn û ji fermandarên HPG'ê Serhat Mardîn jî di nav de gelek gerîla tevlî merasîma bîranînê bûn.
Hemrîn Dersîm di merasîmê de axivî û diyar kir, giyana berxwedanê ya Hayrî Dûrmûş û Sara îro pêşengtiyê li berxwedana Kurdistanê ya PKK’ê dike.
Hemrîn Dersîm got, "14’ê Tîrmehê, berxwedana mezin a Amedê 34 sal li pey xwe hiştin. Îro roja lehengiyê ya hevrê Kemal Pîr, Hayrî Dûrmûş, Akîf Yilmaz û Alî Çîçek e. Hişmendiya Kemal Pîr ku digot, 'bi qasî ku em di ber de bimirin em ji jiyanê hez dikin' û gotinên Mezlûm Dogan ku digot, 'berxwedan jiyan e' ew cure hişmendî ne ku em anîne heya roja îro û me vedixwînin berxwedanên hê mezintir. Em bi vê felsefeya van hevrêyên xwe berxwedana xwe geş dikin. Ji ber ku em jî wekî hevrêyê Kemal Pîr niha li Kurdistanê li dijî vê faşîzmê li ber xwe didin. Her wekî me soz dayî Kemalan, Hayrî û Mezlûm û Sara û Rêber Apo vê giyana mezin a berxwedanê ji xwe re esas digirin û heya ku em azadiya Rêber Apo pêk bînin li ber xwe bidin. Pêvajoya têdeyî pêvajoya geş û gurkirin berxwedanê ye. Dewleta Tirk a faşîst ji bo giyanê mezin ê berxwedanê bişkîne û me ji vê kevneşopiya berxwedanê ku hevreyên me ji me re mîrate hiştine qut bike ji gelek hêlan ve bi ser me de tê. Em vê bi zelalî bibêjin heya ku ev giyanê berxwedanê hebe, ti hêzek wê nikaribe vê lehengiya jîndar bide rawestandin. Her dem ev giyanê berxwedanê wê li pêş be. Ji ber ku hevreyên me Kemal Pîr, Hayrî Dûrmûş û Sakîneyan her dem fermana berxwedanê dane me. Bi sozên ku me dayî gelê xwe, rêxistina xwe û Rêbertiya xwe em ê li şehîdên xwe xwedî derbikevin û heya ku berxwedanê bibin serketinê em ê bi hêza xwe têbikoşin. Sozên me hene ku me dane Sûrê, Cizîrê, hevrêyên xwe Mehmet Tûnç, Asya. Em ê tim bi berxwedana mezin hebin û berxwedana xwe her gav xurt bikin û em bang li hemû ciwanên Kurd û gelê qehreman ê Kurd dikin ku berxwedanê mezin bikin."
Piştî merasîma leşkerî Hemrîn Dersîm têkildarî girîngiya rojê bi gerîlayan re civînek pêk anî û roja berxwedana mezin careke din bi bîr anî.