YPG’ê li Eyn Îsayê operasyon li dar xist: Çeteyan derbên giran xwarin

YPG’ê ragihand ku komên çeteyan ên bi ser Koalîsyona Sûriyeyê ve her ku diçe derbên giran dixwin, çeteyên ku nikarin li hember şervanan bi pêş ve biçin êrîşî sivîlan dikin.

Navenda Çapemeniyê ya YPG’ê daxuyaniyek nivîskî da û diyar kir ku komên çeteyên bi ser Koalîsyona Sûriyeyê ve derbên giran dixwin, çeteyên ku nikarin bi pêş ve biçin êrîşî sivîlan dikin û destnîşan kir ku li ser vê hewldana çeteyan jî hêzên YPG’ê operasyonek li dar xistine. Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku di operasyona de 47 çete hatine kuştin, 2 wesayîtên zirxî hatine derbkirin, panzerek û hammerek û tankek jî hatine rûxandin.

Di daxuyaniya YPG’ê de ev agahî hatin parvekirin: “Êrîşên hevbeş ên komên çeteyên di bin banê Koalîsyona Suriyeyê de tevdigerin wekî Lîwaa Sûltan Mûrad, Ehrar El-Şam, Furqeya 16'an, Lîwaa El-Fetih, Lîwa Siltan Mihemed El Fetêh, Arteşa El Mucahidîn, Suwar El Şam, Ehrar Suriye, Cepha El Şamiye, Siqor El Cebel, Firka 101, Foc Alewal, Cephe El Tirkmen, Tabûrên Ebû Emera, Arteşa Al Îslam, Kombûna Festeqim Kema Emert, Lîwa 13’emîn, Firqa El Şemaliye û Tabûrên Nûreddîn Zenkî ya li dijî Taxa Şêx Meqsûd a Helebê berdewam dike.

16’ê Tîrmehê komên çeteyan ji herêmên Seken Şikeyf û gundê Pîno êrîş li dar xistin. Dîsa li derdora herêma Şara 20'an de jî di navbera hêzên me û komên çeteyan de şer qewimî. Di van şeran de 2 wesayîtên leşkerî yên çeteyan hatin derbkirin. Qasî hat zelalkirin di van şeran de 3 çete hatin kuştin.

16’ê Tîrmehê saet derdora 22.00'an de jî komên çeteyan ji çeperên xwe yên Ezazê bi tank û çekên giran êrîş birin li ser gundê Eyn Deqnê ya giredayî Ezazê. “

WELATIYÊN SIVÎL DIKIN HEDEF

YPG’ê diyar kir ku çeteyên DAIŞ’ê yên di hemleya Minbicê de hêzê winda dikin û derbên giran dixwin, li herêmê sînor a Federasyona Rojava-Başûrê Sûriyeyê de sivîlan dikin hedefa xwe û got;

“Di sibeha 16’ê Tîrmehê de çeteyan bi vê armancê, li herêma dikeve navbera bajaroka Eyn Îsa û rojhilatê bakur a bendava Tişrîn a giredayî Kobanê êrîşek li dar xistin. Çete, li vê herêmê ketin 6 gundan û êrîşî sivîlan kirin. Di encama vê êrîşê de qasî hat zelalkirin li gundê Sêgolê 10, gundê Birberqalê jî 3 welatiyê sivîl hatine qetilkirin.”

YPG’Ê OPERASYON LI DAR XISTI

Navenda Çapemeniyê ya YPG’ê têkildarî êrîşên li hember sivîlan wiha dewam kir: “Piştî agahiya êrîşê hat bihîstin, bê ku dem derbas bibe hêzên me operasyonek dan destpêkirin. Di navbera komên çeteyan ku bi wesayîtên zirxî û çekên giran êrîş dikirin û hêzên me de, şerê dijwar qewimîn, şer tevahiya rojê bênavber berdewam kir. Çeteyan di van şeran de panzerek û hammerek ên bombebarkirî teqandin. Dîsa di nav şer de 12 çeteyan xwe teqandin û întîxar kirin.

Di şer de tankek jî hate ruxandin. Di şerê direjahiya rojê de qasî hat zelalkirin bi giştî 44 çete hatin kuştin. Çeten ji hemû gundên ku dagir kiribûn, hatin derxistin. Xebatê lêgerîna li herêmê hê jî berdewam dike.

6 hevriyên me yên bi armanca şikandina êrîşê çeteyan bi fedekarî û lehengiyek mezin şer kirin, gihiştin şehadetê.

16’ê Tîrmehê çeteyên DAIŞ’ê li dijî gundê Malha ya giredayî bajaroka Şedadê êrîşek li dar xistin. Piştî şer ku heta saet 23.00'yan berdewam kir, êrîşa çeteyan hate şikandin. Ji ber şert û zirûfên hewayê, encamê şer û hejmarê kuştî û birîndarên çeteyan nehatin zelalkirin. Li herêmê xebatên lêgerînê berdewam dike.”

ÊRÎŞÊN ARTEŞA TIRK A LI DIJÎ AXA ROJAVA BERDEWAM DIKE

YPG’ê destnîşan kir ku di çarçoveya van êrîşan de arteşa Tirk, 16’ê Tîrmehê bi çekên giran êrîşî çeperên hêzên wan ên ku li nêzî gundê Silipkiran a dikeve rojhilatê Kobanê kiriye.