Nasnameyên 2 gerîlayan ku li Farqînê jiyana xwe ji dest dabûn hatin eşkerekirin
Nasnameyên 2 gerîlayên ku di şerê 14’ê Tîrmehê de li navçeya Farqîn a Amedê jiyana xwe ji dest dabûn hate ragihandin.
Nasnameyên 2 gerîlayên ku di şerê 14’ê Tîrmehê de li navçeya Farqîn a Amedê jiyana xwe ji dest dabûn hate ragihandin.
Li gor agahiyên HPG’ê, 14’ê Tîrmehê di şer de ku danê sibehê saet nêzî 05.00’an li nêzî gundê Dêrikê Hemê Reşo qewimî, gerîlayên HPG’ê Firat Bûlût (Agir Mardîn) ji Mêrdînê û Ramazan Îmen (Çîyager Îmen) ji Êlihê ye, jiyana xwe ji dest dan.
HPG’ê da xuyakirin ku operasyona navborî, 16’ê Tîrmehê bi vekişandina artêşa Tirk bi dawî bûye.