YPS: Li Wan û Sêrtê derbên giran li çeteyên Qesrê hatin xistin

Koordînasyona Giştî ya YPS'ê diyar kir, di çalakiyên li Wan û Sêrtê de herî kêm 8 çeteyên tîmên taybet hatine kuştin.

Koordînasyona Giştî ya Yekîneyên Parastina Sivîlan (YPS) li ser çalakiyên 15'ê Tîrmehê yên li Wan û Sêrtê daxuyaniyeke nivîskî weşand û ev agahî da:

LI WANÊ ÇALAKIYA BI BANDOR

"Êvara 15'ê Tîrmehê saet di 20:45'an de, yekîneyên me yên YPS'ê bi çekên giran li Midûriyeta Emniyetê ya li navçeya Îpekyolû ya Wanê, xistin. 4 roket li midûriyeta emniyetê ket û xisareke mezin a madî lê der bû. Hejmara mirî û birîndarên çeteyên qesrê yên li vir nehat zelalkirin.

LI SÊRTÊ 8 TÎMÊN TAYBET HATIN KUŞTIN

Di sibeha 15'ê Tîrmehê saet di 02:45'an de, yekîneyên me yên berxwedanê li hemberî Leşkergeha li taxa Çakmak a li navenda Sêrtê, Qereqola Cûmhûriyetê ya li taxa Cûmhûriyetê û girê Ewlekariyê, çalakî pêk anîn. Di encama derbên xurt de 8 tîmên taybet hatin kuştin û maşîneke zirxî ya bi tîpa 'dag geyîgî' hat rûxandin. Her wiha derb li gelek maşînan ahtin xistin.

Şerê li vê derê heta ber destê sibê saet di 04:30 de dewam kir.

Ji ber ku çeteyên qesrê gule li derdora xwe reşandin û bombe barandin, dayikek û zarokê wê bi giranî birîndar bûn."