Li Farqînê ber bi herêma operasyonê ve sewqiyata zêde ya leşkerî
Li Farqînê ya ku artêşa Tirk ji danê sibehê ve operasyon dabû destpêkirin, bi helîkopteran sewqiyateke zêde ya leşkeran pêk hat.
Li Farqînê ya ku artêşa Tirk ji danê sibehê ve operasyon dabû destpêkirin, bi helîkopteran sewqiyateke zêde ya leşkeran pêk hat.
Operasyona leşkerî ya ku piştî “Qedexeya kolanan”a li navçeya Farqîn a Amedê hate îlankirin û şûnde hatibû destpêkirin, dewam dike.
Di operasyonê de, ji helîkopteran li ser Girê Xizîn ê li gundê Hokanê leşker hatin danîn.
Li gundên ku operasyon lê dewam dikin, gelek kes hatin binçavkirin. Di serdegirtinên malan de ku li gundên Malaelîkê û Dêrikamiqûrê herî kêm 10 kes hatin binçavkirin û şandin Fermandariya Jendermeyan a Farqînê.
Li gorî agahiyên ku hatin girtin der barê hinek kesan de biyara lêgerînê jî heye.