Roboskiyan adalet xwestin

Malbatên Roboskiyan di 237. hefteya komkujiyê de careke din bi daxwaza adaletê li ser gorên zarokên xwe hatin gel hev.

Malbatên 34 kesên ku 28’ê Kanûna 2011’an de li gundê Roboskiya Qilebana Şirnexê ji hêla balafirên şer ên dewleta Tirk ve hatibûn qetilkirin, di 237. hefteya komkujiyê de li ser gorên zarokên xwe hatin gel hev û daxwaza adaletê dubare kirin. Roboskiyan pankarta ‘’Ji bo Roboskî adalet, kiryar bila werin darizandin’’ hilgirtin.

Velî Encu, Serokê Roboskî-Der’ê ku li ser navê malbatan axivî got, ji bo ku têkoşîna adaletê ya ji bo komkujiya adeletê didin bi gelek cure zextan re hevrû bûne û diyar kir zext û zordarî û êrîş ti caran wê nikaribin wan ji têkoşîna wan dûr bixînin.

Encû nerazîbûn nîşanî qedexeya derketina li derve da û got, ‘’Îro li gel ku li gelek taxan ti şer nîn e jî û xendekên ku ji bo qedexeyan hincet dihatine nîşandan hatine girtin jî qedexe hê jî berdewam in û gel nikare li malên xwe vegere. Bi qedexeya ku li Roboskî hatî ragihandin li gundê me leşker bi cih bûne û hatiye qedexekirin ku gundî ji gund derbikevin. Ajalkarî û çandiniya gundiyan bixwe jî hatiye astengkirin. Li gundê me rewşa awarte hatiye ragihandin. Em baş dizanin ku malên ku li wan digerin malên xwedanên wan kesan in ku di komkujiyê de hatine kuştin û ev jî nîşana wê ye ku dewlet piştî komkujiya Roboskî hê jî zextên xwe li ser me didomîne.’’

Di daxuyaniyê de aktîvîst Yannîs Vasîlîs Yaylalî jî ku li Roboskî dijî û duh piştî ku hatibû binçavkirin ji hêla dadgehê ve serbest hatibû berdan, got, di sîstema hiqûqê ya dewleta Tirk de serdema ku ji delîlan ber bi bersûc ve biçe hatiye betalkirin û ji serdema ku ji bersûc ber bi delîlan ve biçe destpê kiriye.