Nûçegihanên ANHA û Ronahî TV li Minbicê birîndar bûn
Nûçegihanê Ajansa Nûçeyan a Hawar (ANHA) û nûçegihanê Ronahî Tv ku operasyona rizgarkirina Minbicê dişopandin, di encama teqîna mayinê de birîndar bûn.
Nûçegihanê Ajansa Nûçeyan a Hawar (ANHA) û nûçegihanê Ronahî Tv ku operasyona rizgarkirina Minbicê dişopandin, di encama teqîna mayinê de birîndar bûn.
Nûçegihanê ANHA Kendal Cudî û nûçegihanê Ronahî TV Mistefa Mehemed duh (13 Tîrmehê) dema dixwestin xaçerêya Sebi Behrat a ku şervanên Minbicê ji çeteyan rizgar kiriye, bişopînin, di encama teqîna mayinê de birîndar bûn.
Cudî û Mehemed destpêkê rakirin Nexweşxaneya Kobanê. Piştî mudaxeleya yekemîn Mehemed, veguhestin bajarê Qamişlo.
Dermankirina herdu nûçegihanan didome.