Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê daxuyaniyek nivîskî weşand, diyar kir ku 13’ê Tîrmehê li dijî yekîneyek veşartî ya artêşa TC ku li eraziya navçeya Korxol a Çewlikê xwe bi cih kiribû, çalakî li dar xistine. HPG’ê da xuyakirin ku di çalakiyê de herî kêm 8 leşker hatine kuştin û ev agahî parve kirin: “13’ê Tîrmehê li gundê Dirûla ya girêdayî navçeya Korxol a Çewlikê, gerîlayên me yekîneyek veşartî ya artêşa TC ku xwe di eraziyê de bi cih kiribû, xistin kontrolê. Hêzên me danê êvarî saet 20.00’an li dijî vê yekîneyê çalakî li dar xist û ji mesafeyek nêz ve lê da. Piştre20 leşkerên ku li cihê bûyerê kom bûn dîsa ji aliyê gerîlayên me hatin hedefkirin. 3 roketên RPG-7 li cihê ku leşker lê bûn ketin. Di vê çalakiyê de 8 leşkerên mirî bi çav hatine dîtin. Li vir hejmara leşkerên mirî û birîndar hê zêdetir in. Ev çalakî ji bo bîranîna hevalên me yên ku li Erzînganê şehîd ketine hate lidarxistin.
LI NAVÇEYA AZAXPÊRTÊ ŞER
13’ê Tîrmehê mabeyna gundên Înega û Konût ên girêdayî navçeya Azaxpêrt a Çewlikê, dema yekîneyek gerîlayên me diçûn wezîfeyê bi leşkerên artêşa TC re hevrû bûn û şerekî demkurt qewimiye. Piştî vî şerê demkurt, heta danê êvarî artêşa TC vê qada bûyerê da ber obus û hewanan. Yekîneya gerîlayên me bi awayekî saxlem vegeriyaye bargehên xwe.”