Li Dersîmê girtin û li Mêrdînê binçavkirin

Li Dersîmê 5 kes hatin girtin û li Mêrdînê jî malbatek tevî pitika wan hate binçavkirin.

Li Pulur a Dersîmê Seroka Komeleya Hawirdorê ya Mûnzûr Pulurê Fatma Kuçuk, Kenan Kuçuk, Meltem Gundogan, Guler Dizlî û Alî Asker Atalay ku duh serê sibehê di serdegirtina malan de hatibûn binçavkirin piştî îfadeya wan a li Jendermeyan a Navçeyê anîn edliyeyê. 5 xwendevanên Ozgur Gelecekê hatin girtin û şandin Girtîgeha Tîpa E ya Elezîzê.

MÊRDÎN

Gelê Nisêbînê ku dixwazin li bajarê xwe vegerin bi çavtirsandin, binçavkirin û geflêxwarina têne astengkirin. Sûltan Agirman û Adnan Agirman ku ji ber sedema operasyonan ev bi mehan e li derveyî bajêr diman, vê sibehê dema ku xwestin biçin bajêr li cihê kontrola polêsan bi gotina, 'der barê we de biryara lêgerînê heye' hatine binçavkirn. Malbata Agirman bi zarokê xwe yê 1 salî hat binçavkirin û birin Midûriyeta Emniyetê ya Nisêbînê.