Doza ku Hevşaredarên Erdîşê dihatin darizandin hate dîtin

Di doza ‘’xwerêveberiyê’’ ya Erdîşê de biryar hate dayin ku rewşa girtîbûnê ya Hevşaredarên Erdîşê Dîba Keskîn û Abdurrahman Çagan berdewam bike. Dadgehê rûniştin taloqî 6’ê Îlona 2016’an kir.

Li Erdîşa Wanê rûniştina 2’yemîn a rûniştina doza ‘’xwerêberiyê’ hate dîtin. Weke ku tê zanîn li Erdîşa Wanê, 12’ê Cotmeha 2015’an ji ber ku tevlî daxuyaniya xwerêveberiyê bûbûn Hevşaredarên Wanê Dîba Keskîn û Abdurrahman Çağan û endamên meclîsa şaredariyê jî di nav de 23 kes dihatin darizandin.

Dihate payin ku girtî bi rêya Pergala Zanyariya Dîtbar û Dengî saet 09:30’î tevlî rûniştinê bibin, lê girtî tevlî nebûn, parêzer û nasên girtiyan li dadgehê hazir bûn.

Li rûniştine parastina pêvek nehate xwestin, şandeya dadgehê piştî ku mutaala xwend biryara navber da.

Biryar hate dayin ku rewşa girtîbûnê ya Hevşaredar Dîba Keskîn û Abdurrahman Çagan jî di nav de ya 11 siyasetmedaran bidome û rûniştina din taloqî 6’ê Îlonê hate kirin.

 

...