Li Toûloûse civîna 14’ê Tîrmehê
Li bajarê Toûloûse bi boneye Berxwedana 14’ê Tîrmehê civînek bîranînê hate lidarxistin.
Li bajarê Toûloûse bi boneye Berxwedana 14’ê Tîrmehê civînek bîranînê hate lidarxistin.
Li bajarê Toûloûse yê Fransayê bi boneya Berxwedana 14’ê Tîrmehê li lokala Komaleya Elewiyên Demokratîk civînek hate lidarxistin. Di civînê de ku bi rêzgirtinê destpê kir, nûnerê KCDK-E axivî.
Nûnerê KCDK-E diyar kir ku Berxwedana 14’ê Tîrmehê ji bo Tevgera Azadiya Kurdistanê mîladek bû, wiha pê de çû: “Darbeya leşkerî ya 12’ê Îlonê li Tirkiyeyê û bi taybet jî li Kurdistanê bi êşkenceyên derveyî mirovahî didomin. Li dijî polîtîkaya tinekirin û pelçiqandinê ya 12’ê Îlonê, 14’ê Tîrmehê Berxwedana Rojiya Mirinê mîladek e. Ev berxwedan, berxwedana kevneşopiya Tevgera Azadiya Kurdistanê ye.”
Bîranîn, bi pêşendana sînevîzyonê ya têkîldarî Berxwedana 14’ê Tîrmehê ve bi dawî bû.