‘Nimreya 5 ne ji Apoyiyan, ji dagirkeriyê re bû gor’

Li Rihayê, kadroyên pêşeng ên PKK’ê ku di rojiya mirinê ya 14’ê Tîrmehê de jiyana xwe ji dest dan hatin bibîranîn, hate destnîşankirin ku Zindana Nimreya 5 a Amedê ku digotin wê ji Apoyiyan re bibe gor, ji dagirkeriyê re bûye gor.

Kemal Pîr, Mehmet Hayrî Dûrmûş, Alî Çîçek û Akîf Yilmaz ên ku li Zîndana Nimre 5 a Amedê di 14’ê Tîrmeha 1982’yan de bedenên xwe ji rojiya mirinê re hiştin û rê da ber Têkoşîna Azadiya Kurd, li Rihayê bi bernameyek ji aliyê Şaxa Rihayê ya Komaleya Piştgirî û Lêkolînê ya 78’an ve hatin bibîranîn. Di bernameyê de ku li avahiya MKM Rihayê hate lidarxistin, li gel Dayikên Aştiyê, şahidên demê, xwişka Alî Çîçek Ayşe Çîçek, rêveberên partiyên HDP û DBP’e yên Rihayê gelek kes amade bûn. Li salona bernameya bîranînê wêneyên kadroyên pêşeng hatin daliqandin, her wiha pêşendana sînevîzyonê çêbû.

Bername bi rêzgirtina ji bo kesên di têkoşîna azadiya de jiyana xwe ji dest dane destpê kir. Piştre,kesên ku li Zindana Nimre 5’an bi Kemal Pîr, Mehmet Hayrî Dûrmûş, Alî Çîçek û Akîf Yilmaz re mane û bûne şahidên demê axivîn. Salîh Surucu yê beriya Kemal Pîr bikeve girtîgehê hevûdu nas kirin û di xebatan de cih girt, diyar kir ku enternasyonalîzm ne ji pirtûkan, bi zindî yekser ji Kemal Pîr fêr bûye, got Kemal Pîr fermandar û şoreşgerê gelan e.

‘MIRIN DANÎN PÊŞIYA XWE, JIYAN HILBIJARTIN’

Mehmet Alî Artûk ê ku dema Kemal Pîran rojiya mirinê ragihandin bi xwe wek girtiyekî siyasî li dadgehê şahidî kir wiha axivî: “Ji mirinê li jiyanê geriyan û mirin danîn pêşiya xwe, jiyan hilbijartin.” Artûk destnîşan kir ku Kemalan ji bo azadiya Kurdistanê jiyana xwe feda kirine.

 ‘TEMEN BIÇÛK, LÊ DIL MEZIN BÛ’

Xwişka Alî Çîçek Ayşe Çîçek jî got biryaê wê Alî Çîçek temenê xwe biçûk bû, lê dilê wî mezin bû. Çîçek wiha anî ziman: “Birayê min, ciwanekî ku welatparêz bû û dilê wî ji bo Kurdistanê lê dida.” Xwişka Çîçek, ji ber hestên giran axaftina xwe di nêvî de hişt, destnîşan kir ku bi Alî Çîçek re serbilind in.

‘ZINDANA NIMRE 5 NE JÎ APOYIYAN, LÊ JI DAGIRKERIYÊ RE BÛ GOR’

Herî dawî Abdulrahman Pîşkîn ê ku ji doza mezin a PKK’ê li girtîgehê dima, got Girtîgeha Amedê nayê gotin, tê jiyîn. Pîşkîn diyar kir ku Kemal û Xeyriyan bi meşek bibiryar û bawerî bûne malê gel, anî ziman ku destkeftiyên gelê Kurd bi saya têkoşîna ku Kemalan pêşengtiya wê kiriye ava bûne. Pîşkîn ragihand ku Esat Oktay Yildaran gotiye “Girtîgeha Nimre 5 wê ji PKK’iyan re bibe gor”, lê Kemalan ew zindana nimre 5 ji dagirkeriyê re kirine gor.

Bername bi pêşendana sînevîzyonê bi dawî bû.

...