YNK’ê û Goran biryar girtin ku li Parlamentoya Kurdistanê hevpar tevbigerin

Komên YNK û Tevgera Goran ku di Parlamentoya Herêmî ya Kurdistanê de cih digirin, dan xuyakirin ku wê di parlamentoyê de bi biryar û helwestên hevpar tevbigerin. Her wiha, reşnivîsên xwe yên ji berê amade kiribûn jî kirin yek.

Her du komên YNK û Tevgera Goran li Parlamentoya Herêma Kurdistanê diyar kirin ku ji vir şûnde bi yek biryar û helwest wê xebatên xwe bimeşînin. Her wiha reşnivîsa xwe kirin.

Îro her du komên YNK û Tevgera Goran ên li Parlamentoya Herêma Kurdistanê li navenda Tevgera Goran a li Girde Zerget a li bajarê Silêmaniyê hatin gel hev.

Şandeya koma YNK’ê ji Serokê Koma YNK’ê ê li parlamentoya Herêma Kurdistanê Bêgerd Talebanî û endamên komê Telar Letîf, Xelef Ehmed, Qadir Rezgeyî û Salar Mehmûd pêk hat. Her wiha şandeya Koma Tevgera Goran ji Serokê Koma Tevgera Goran Birzû Mecîd û endamên komê Behar Mehmûd, Bêstûn Fayîq û Roza Mehmûd pêk hat.

Piştî bidawîbûna civînê daxuyaniya çapemeniyê hat dayîn. Di daxuyaniya çapemeniyê de Serokê Koma YNK’ê yê li Parlamentoya Herêma Kurdistanê Bêgerd Talabanî û Serokê Koma Tevgera Goran ê li parlamentoya Herêma Kurdistanê Birzû Mecîd axivîn.

Birzû Mecîd got; “Piştî lihevkirina navbera YNK û Goran hat îmzekirin, ji wê demê de biryarek wiha li gor xala 15’emîn a lihevkirinê hatiye dayîn. Li ser vî bingehî her du aliyan reşnivîsek amade kiribûn û di civîna îro de me her du reşnivîsên xwe kirine yek.”

Her wiha piştre Bêgerd Talebanî jî ev gotin; “Ev lihevkirina siyasî ya navbera YNK û Tevgera Goran, biryareke dabû û îro ev biryar jî giha qonaxa dawî.”

Têkildarî hewldanên ji nû ve çalakkirina parlamentoyê jî, Bêgerd Talebanî ev anîn ziman; “Ji bo careke din bi çalakkirina parlamentoyê, hemû komên li parlamentoyê li benda hewldana siyasî ya hizba me bûn. Li ser vê bingehê hinek hewldan hene û em bi hêvî ne ku ev hewldan bigehêjin wê astê ku careke din parlamentoya Herêma Kurdistanê çalak bibe.”

Di dawiyê de Bêgerd Talebanî ev ragihandin; “Li gel aliyên din wê guftûgo û hewldanên me yên ji bo çalakkirina parlamentoyê wê bidomin.”