Li Şemzînanê li hember bargeh û qereqolan çalakiyên hemwext
Li bajaroka Rûbarok ê Şemzînanê li dijî barageh û qereqolên leşkerî çalakiyên hemwext pêk hatin.
Li bajaroka Rûbarok ê Şemzînanê li dijî barageh û qereqolên leşkerî çalakiyên hemwext pêk hatin.
Li bajaroka Rûbarok ê Şemzînan a Colemêrgê li dijî 34. Fermandariya Alaya Sînor, bargehên leşkerî yên giren Qamişli û Ûmûrlûyê çalakiyên hemwext pêk hatin. Piştî çalakiya bi çekên lûledirêj û hewanan pêk hatin, li herêmê şer qewimî.
Der barê kuştî û birîndaran agahiyên zelal nehatin bidestxistin.
Her wiha li herêmê jî tevgerên hewayî dewam dikin.