Li Farqînê şer destpê kir
'Qedexeya derketina derve' ya li Farqînê hat berfirehkirin. Bi hejmareke zêde ya leşkerên Tirk, li herêmê operasyon tê meşandin.
'Qedexeya derketina derve' ya li Farqînê hat berfirehkirin. Bi hejmareke zêde ya leşkerên Tirk, li herêmê operasyon tê meşandin.
'Qedexeya derketina derve' ya li 13 gund û gundikên navçeya Amed Farqînê hat berfirehkirin. Piştî ku qedexe hat ragihandin çûn û hatina li zêdeyî 20 gund û gundikan ji aliyê leşkerên Tirk ve hat astengkirin. Leşker li hin gundan davêjin ser malan. Ji ber bomberdûmana bi top û hawanan a ji Qereqola Malabadî ev hefteyeke tê kirin, qadek ji sedan donimî daristan şewitî. Piştî ku li gund û gundikên Dêrika Hemê Reşo, Mala Elîkê, Dêrika Miqûrê, Siltêniyê, Xapa, Cîcika, Şevlera, Mala Badê, Ferhend, Kanî Spî, Herşen, Taxikê, Kurbeyt, Baxçe, Sextê, Huseynka, Beynat, Tîrkevank, Mistika û Başimt derketina derve hat qedexekirin, operasyona leşkerî hat destpêkirin. Heman piştî qedexeyê, li nezî gundê Dêrika Hemê Reşo dengê çekan hat bihîstin.
Çavkaniyên herêmî dan xuyakirin, ku berî qedexe destpê bike, ji Êlihê leşker bi dehan maşînên zirxî li herêmê bi cih bûne û avêtine ser malên li hin gundan. Operasyona duh êvarê destpê kir, ji aliyê bi sedan leşker, bi dehan maşînên zirxî û cerdevanên ji gundên derdorê ve tê meşandin. Tê gotin ku liv û tevgera balafirên keşfê heye û li ser gelek gundan ceyran û xetên telefonê hatine birîn.