Welatiyên xwestin biçin herêma şer, ji aliyê leşkeran ve hatin rawestandin

Welatiyên xwestin piştî qedexeyê biçin gundê Dêrika Hemê Reşo, ku şer lê diqewime, ji aliyê hêzên dewletê ve hatin rawestandin.

Welatiyên ku piştî qedexeya li 13 taxên navçeya Farqînê xwestin biçin gundê Dêrika Hemê Reşo, cihê şer lê diqewime hatin astengkirin. 

Piştî biryara qedexeyê ya ji aliyê Walîtiya Tirk a li Amedê ve li 13 taxên Farqînê hate girtin li qada ku operasyon destpê kir şer qewimî. Li bejahiya gundê Dêrika Hemê Reşo, welatiyan xwestin biçin herêma şer. Lê li gundên Qeremus û Zorovayê ji aliyê leşkeran ve hatin astengkirin.

Leşkeran nehiştin welatî derbas bibin û gefa eger biçin gund wê werin binçavkirin li wan xwarin.

Welatiyên ku hatine rawestandin, ji bo biçin herêma şer bi biryar in.