KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
HPG: Di çalakiya li Mêrdînê de 40 leşker hatin kuştin
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê diyar kir, di çalakiya 9'ê Tîrmehê ya li hemberî qereqola Cewzat a Mêrdînê de 40 leşker hatine kuştin. HPG'ê da xuyakirin, ku wê encamên çalakiya li Bezelê jî sibê eşkere bike. -
Artêşa Tirk li Farqînê şewat derxist
Li Farqînê ji ber sedema topên hawanê yên artêşa Tirk şewat derket. -
YPG'ê li ser êrîşên dawî yên çeteyan agahî da
Navenda Ragihandinê ya YPG'ê, li ser êrîşên çeteyan ên li hemberî Şêx Meqsûd, Efrîn, Eyn Îsa û Tişrînê agahî da. -
Leşkerê Tirk ciwanekî din ê Rojavayî kuşt
Leşker Tirk ciwanekî Rojavayî yê bi navê Hesen Elawî El Şihadê ku li Serêkaniyê li taxa Ara dema ku li ber mala xwe rûniştibû, kuşt. -
Endamê PDK'ê gule berda navenda PDK'ê!
Asayîşa Silêmanî da xuyakirin, ku kesê gule berdaye avahiya Meclîsa Silêmanî ya PDK'ê, hatiye girtin. Medya Başûrê Kurdistanê ragihand, êrîşkar PDK'yî bi xwe ye. -
Konê berxwedanê yê li Teroyan careke din bi fermana Walîtiya Tirk hat rakirin
Li Teroyan, berxwedana li dijî kampa AFAD'ê ji 25'ê Adarê û vir ve dewam dike. Lê belê bi fermana Walîtiya Tirk a li Mereşê, vê sibê jî konê berxwedanê ji aliyê leşkeran ve ji şûna xwe hat rakirin. -
Li Aachenê civîna li ser kampanya malbata xwişk-bira
Li bajarê Aachen ê Elmanyayê, ji bo kampanya malbata xwişk-bira, civînek hat lidarxistin. Parlamenterê HDP'ê yê Şirnexê Faysal Sariyildiz li vir axivî û ji bo kampanyayê banga tevlîbûnê kir. -
Encamnameya 1. Konferansa Şaredariyên Rojava/Bakurê Sûriyeyê
1. Konferansa Şaredariyên Rojava/Bakurê Sûriyeyê qediya. Di konferansê de biryarên girîng hatin standin. -
DBP: Em têkoşîneke wiha bidin ku konsepta şer pûç bike
DBP'ê diyar kir AKP bi qeyûman konsepteke nû ya êrîşan armanc dike. Di daxuyaniyê de hate gotin, "Em bang dikin ku têkoşîneke konsepta şer a AKP’ê pûç bike bimeşînin." -
Che Gûevara yê Minbicî
Che Gûevara yê Minbicî got, "Minbic wê ji bo mirovahiyê, ji bo azadiya hemû gelan bibe mîladek. Dibe ku bajarekî li nava Rojhilata Navîn be, lê azadiya wê wê li cîhanê deng vede û bandorê li ser hemû mirovahiyê bike." -
56 cenaze li Silopiyayê li goristana bêkesan hatin veşartin
Li Silopiya û Cizîrê 56 kesên ku di berxwedana xwerêveberiyê de jiyana xwe ji dest dayin û nasnameyên wan diyar nebûyîn li Silopyayê li goristana bê kes û kûsan hatin veşartin. -
Berê şervanan li navenda Minbicê ye û her bi pêş ve diçin
Li Xaçerêya Sebîh Behrat û taxa El Hezawnê yên li rojavayê Minbicê ne, şerê di navbera şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê û çeteyên DAIŞ'ê de dewam dikin. -
Leşkeran ji cerdevanan re gotin: Çima hûn hîç namirin?
Fermandarê Tûgaya Artêşa Tirk a li navçeya Wan Erdîşê bi gotina "Hûn çima hîç namirin?" nerazîbûn nîşanî cerdevanan da û diyar kir, wê wezîfeyên krîtîk bidin wan. -
Bû 46 roj, Hûrşît Kulter li ku ye?
Ev 46 roj in agahî ji Hûrşît Kulter ê ji aliyê dewleta Tirk ve hat windakirin, agahî nayê girtin. ICAD'ê bi daxuyaniyekê got, "Yên sûcên li dijî mirovahiyê dikin wê werin darizandin. Hûrşît Kuler bi saxî hat birin, em bi wî bi saxî dixwazin." -
Banga ji bo mezinkirina kampanya malbata xwişk-bira
Rêvebera Komeleya Alîkarî û Piştgiriyê ya Rojava Kanlibaş da xuyakirin, ku bi kampanyayê re 510 malbat bûne xwedî 'malbatên xwişk-bira'. Kanlibaş diyar kir, ew ê li Kurdistan û Tirkiyeyê vê kampanyayê meizn bikin û banga tevlîbûnê kir. -
Li gundên Şemzînanê derketina derve hat qedexekirin
Li gundê Oveç û gundikên Karakûş û Harmanli yên Şemzînanê, dewleta Tirk derketina derve "qedexe" kir. -
Li Xaçerêya Şebî Behrat a Minbicê şer giran e
Di navbera şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê û çeteyên DAIŞ'ê de li derdora Xaçerêya Şebî Behratê şerekî dijwar diqewime. -
Dînîtiya li nava artêşa Tirk zêde dibe: Çawişê pispor 3 polîs kuşt
Endamên artêşa Tirk ên li pêşberî Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê derûniya wan têk çûye, roj bi roj dîn dibin. -
'Geliyê Zîlan xelekek ji berxwedana Kurdistanê ye'
Endama Komîteya Rêveber a PKK'ê Evîndar Ararat diyar kir, Geliyê Zîlan di dîroka Kurdistanê de xelekek ji berxwedanê ye û destnîşan kir, Kurdên Serhedî bi têkoşîna PKK'ê bersiv dan komkujiya li Zîlanê. -
Li rojavayê Minbicê şerê dijwar: 15 çete hatin kuştin
Di şerê li rojavayê Minbicê de ku îşev dijwar bûne, şervanên Minbicî 15 çeteyên DAÎŞ’ê kuştin. -
Li Xelfetiyê ciwanê ku ji bo avjeniyê çû ser ava bendavê xeniqî
Îbrahîm Cûca yê 17 salî ji bo betlaneyê ji Dîlokê hate gundê Belesûr ê mîna bajarê avjeniyê tê zanîn ê li navçeya Xelfetiyê, dema ket ava Bendava Bêrecûkê, di kêliyekê de ji ber çavan winda bû. -
Li Minbicê şerê dijwar diqewime
Li Minbicê şerê dijwar rû da, 2 wesayîtên bombebarkirî yên çeteyên DAÎŞ’ê hatin rûxandin. -
Gel, rengên kesk, sor û zer li mala ku înfaz lê pêk hatî daliqandin
Li Wanê îro piştî serdegirtina polîsan a bi ser malekê û înfazkirina kesekî, li mala ku bûyer pêk hat, gel rengên kesk,sor û zer daliqandin. -
Dorpêça li ser Taxa Xaçortê didome
Li Taxa Xaçort a girêdayî navçeya Îpekyolû ya Wanê dorpêça ku piştî serdegirtina polîsan a ku welatî înfaz kirin û şûn de, hate danîn dewam dike. -
2 şervanên YPG’ê ji bo rêwitiya dawî oxira wan hate hilanîn
Şervanên YPG’ê Ednan Şahîn (Şahîn Rojava) û Dogan ku li Şeddadê û Hesekê jiyana xwe ji dest dayin, li Goristana Şehîd îsmaîl hatin veşartin.