56 cenaze li Silopiyayê li goristana bêkesan hatin veşartin
Li Silopiya û Cizîrê 56 kesên ku di berxwedana xwerêveberiyê de jiyana xwe ji dest dayin û nasnameyên wan diyar nebûyîn li Silopyayê li goristana bê kes û kûsan hatin veşartin.
Li Silopiya û Cizîrê 56 kesên ku di berxwedana xwerêveberiyê de jiyana xwe ji dest dayin û nasnameyên wan diyar nebûyîn li Silopyayê li goristana bê kes û kûsan hatin veşartin.
Li Şirnex, Silopiya û Cizîrê di dema qedexeya derketina derve de bi sedan sivîl bi destê dewleta Tirk ve hatin kuştin. Li Cizîrê hejmara kesên li jêrzemînan hatin kuştin zelal nebûn û bi sedan kesên ku li Cizîrê, Silopiya û Şirnexê di dema qedexeya derketina derve de hatin kuştin, nasnameyên wan zelal nebûn û li goristanên cihê hatin veşartin.
Bi qedexeya derketina derve re cenazeyên bi sedan kesî di êrîşên bi ser taxan de di serî de li Cizîrê, li Şirnexê ji bo otopsî were kirin anîn Saziya Tiba Adlî ku li ba Deriyê Sînor ê Xabûrê hate avakirin. Di dema otopsiyan de ji hêla malbatan ve hate diyarkirin ku gelek cenaze hatibûn şewitandin û şopên îşkenceyê li ser gelekan ji wan hebûn.
Ji Kanûna 2015’an, destpêka qedexeyan ve 56 cenazeyên ku anîbûn Deriyê Sînor ê Xabûrê û nasnameya wan kifş nebûyî li goristanên Ofîs, taxên Yenîşehîrê û Tilqebînê yên Silopyayê hatin veşartin.