Li rojavayê Minbicê şerê dijwar: 15 çete hatin kuştin
Di şerê li rojavayê Minbicê de ku îşev dijwar bûne, şervanên Minbicî 15 çeteyên DAÎŞ’ê kuştin.
Di şerê li rojavayê Minbicê de ku îşev dijwar bûne, şervanên Minbicî 15 çeteyên DAÎŞ’ê kuştin.
Li gor nûçeya ANHA’yê, danê êvarî li derdora Sabî Behrat û Nexweşxaneya Watanî şer giran bûne
Di şer de ku dijwar bûne û mesafeya navbera şervanan û çeteyên DAÎŞ’ê kêm bûye, şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê herî kêm 15 çete kuştin, cenazeyên 5 çeteyan jî ketin destê şervanan.
Saet nêzî 19.00’an jî balafirên şer ên hêzên Koalîsyonê, çeperên li derdora nexweşxaneya Watanî bombe kirin. Di bombekirinê de Berpirsê DAÎŞ’ê yê Leşkerî yê Eniya Rojava “Ebu Suheyl El-Maarawî” jî tê de bi dehan çete hatin kuştin.