Li Xaçerêya Şebî Behrat a Minbicê şer giran e
Di navbera şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê û çeteyên DAIŞ'ê de li derdora Xaçerêya Şebî Behratê şerekî dijwar diqewime.
Di navbera şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê û çeteyên DAIŞ'ê de li derdora Xaçerêya Şebî Behratê şerekî dijwar diqewime.
Di çarçoveya Pêngava Rizgarkirina Minbicê de şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê ev du roj in ber bi navenda bajêr ve diçin.
Li Xaçerêya Şebî Behrat a li rojavayên Minbicê, di navbera şervanan û çeteyen DAIŞ'ê de şerekî dijwar diqewime. Di vî şerî de çekên giran jî tên bikaranîn û balafirên koalîsyonê yên navneteweyî destekê didin operasyonê.
Şer hê dewam dike, lewma li ser encamên vî şerî agahiyeke zelal bi dest neketiye.