Artêşa Tirk li Farqînê şewat derxist
Li Farqînê ji ber sedema topên hawanê yên artêşa Tirk şewat derket.
Li Farqînê ji ber sedema topên hawanê yên artêşa Tirk şewat derket.
Li bejahiya gundên Kurbeytê, Gaza Hecî Çerkes, Siltenî, Malahirmo, Xapa, Dêrikamiqure û Başimtê yên girêdayî Farqîna Amedê şewat derket. Şewata duh ku di dema operasyona artêşa Tirk de ji hêla leşkeran ve hatibû derxistin û bi zorê hatibû vemirandin, li heman herêmê îro dîsa derket. Derkete holê ku şewat bi topên hawanê yên ku ji Qereqola Malabadiyê hatine avêtin derketiye. Li deverên ku agirkuj nikare xwe bigihîniyê gel hewl dide şewatê bitefîne.