Encamnameya 1. Konferansa Şaredariyên Rojava/Bakurê Sûriyeyê
1. Konferansa Şaredariyên Rojava/Bakurê Sûriyeyê qediya. Di konferansê de biryarên girîng hatin standin.
1. Konferansa Şaredariyên Rojava/Bakurê Sûriyeyê qediya. Di konferansê de biryarên girîng hatin standin.
1. Konferansa Şaredariyên Rojavayê Kurdistanê/Bakurê Sûriyeyê roja 9'ê Tîrmehê li salona Navenda Aram Tîgran a Çand û Huner a bajarokê Rimêlanê destpê kir. 400 delege ji Kantonên Rojava û Herêmên Bakurê Sûriyeyê tevlî bûn. Konferansê du rojan berdewam kir.
Di konferansê de raporên xebatên şeredariyan hatin xwendin û li ser reşnivîsa zagonên Rêveberiya Herêmî ya Demokratîk nîqaş hatin kirin. Encam û biryarên konferansê bi daxuyaniyekê hatin eşkerekirin.
Li gorî encamnameya konferansê, navê Desteya Şaredarî û Ekolojiyê weke Şaredariyên Demokratîk hat guhertin. Her wiha Meclîsa Şaredariyan û Meclîsa Herêman bûn yek. Hevserokên wê hatin hilbijartin. Endamên meclîsa Şaredariyê wê di civîna yekemîn a Meclîsa Herêman de bên hilbijartin. Bi kotaya ji sedî 30, wê jin di nava meclîsa şaredariyan de bên temsîlkirin.
Hin ji biryarên di konferansê de hatine girtin, bi vî rengî ne:
Şaredarî bi hejmara mirovan were nûkirin. Mekanîzma tevlîbûn û qutkirina ji şaredariyan were diyarkirin. Endamên Meclîsê wê çiqasî li ser erka xwe bimînin bi endamtiya wan a Meclîsa Heremî re girêdayî ye.
Ji bo budceya salane ya şaredariyê jî hate diyarkirin wê ji sedî deh ji bo projeyên jin werin xerckirin. Rêjeyeke diyarkirî ji budceya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk bidin Desteya Şaredariyên Demokratîk.
Şaredarî û komîn hîn zêdetir bi hev re di nava têkiliyê de bin.
Komîn û şaredarî di nava koordîneyekê de bi hev re bixebitin yek ji zagonên reşnivîsê bû. Armanc ji vê zagonê ewe ku rêbazeke nenavendî dernekeve holê, li gorî rêgezên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk û hevpeymana civakî ya Kantonê kar were birêxistinkirin.
Biryar hate girtin ku li bazaran bihabûna madeyan têkeve bin kontrolê de.
Pirsgirêkên avê yên welatiyan bi temamî were çareserkirin.
Meclîs û komîn di nava koordîneyekê de çanda paqijiyê ya kesayet di nava civakê de bi afirînin.
Di konferansê de ji bo pêşerojê, di aliyê çandî, bîrdozî, ekolojîk, rêxistinî, rêveberî, karê jin, tûrîzm, huner, aborî û tendurûstî ev biryar hatin girtin:
1-Biryarên di encama konferansa hevşaredarên jin de derketine werin pejirandin.
2-Di destpêkê de giranî ji bo şaredariyên gundan were dayîn û bi plansaziyekê pirsgirêkên wan bên çareserkirin.
3-Li hemû şaredariyan navendên perwerde û zanekirina malbatan werin avakirin.
4-Li gorî derfet û pêdiviyê laboratuwar ji bo kontrolkirina madeyên avakirinê werin avakirin.
5-Şaredarî bi giştî bîdonên gemarê li hemû tax û kolanan deynin.
6-Ji sedî 20 yadîgarî bidin karkerên ku karê paqijiyê dikin.
7-Kesên ku dixwazin avahiyan ava bikin, heyanî ruxseta qebo ji bo rewşên awarte nedin, destûra avakirina avahiyê û ruxset neyê dayîn.
8-Komîteyek ji bo koordîne û plansaziyên her sê Kantonên Rojava were avakirin.
9-Konferans her sal were lidarxistin.
Di konferansê de biryar hate girtin ku koordînasyona Rêvebirina Karûbarên Şaredariyan li ser asta her sê Kantonan were avakirin.
Di vê çarçevê de hilbijartin çêbûn û 11 kes ji bo koordînasyonê hatin hilbijartin. Ji bo xebatên jin ên şaredariyê koordînasyoneke ji 7 jin pêk tê û li ser asta her sê Kantonan hate avakirin."
Piştî daxuyanî bi dawî bû Rêveberê Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) Rojhat Laşer axaftina dawî kir. Laşer di nava gotinên xwe de ji hemû beşdarên konferansê xwest erka xwe pêk bînin û serketin ji wan re xwest.