Che Gûevara yê Minbicî
Che Gûevara yê Minbicî got, "Minbic wê ji bo mirovahiyê, ji bo azadiya hemû gelan bibe mîladek. Dibe ku bajarekî li nava Rojhilata Navîn be, lê azadiya wê wê li cîhanê deng vede û bandorê li ser hemû mirovahiyê bike."
Che Gûevara yê Minbicî got, "Minbic wê ji bo mirovahiyê, ji bo azadiya hemû gelan bibe mîladek. Dibe ku bajarekî li nava Rojhilata Navîn be, lê azadiya wê wê li cîhanê deng vede û bandorê li ser hemû mirovahiyê bike."
Operasyona Şehîd Ebû Leyla, ji ber hesreta welatiyên Minbicê yên li nava bajêr dîlgirtî û yên neçar man cih û warên xwe biterikînin, destpê kiribû. Minbiciyên ji ber şert û mercên dîlgirtinê nikarîbûn xwe li nava bajêr bi rêxistin bikin, ji hemşehriyên xwe yên li derveyî bajêr xwestin vê yekê bikin.
Ji 1'ê Hezîranê û vir ve hemû gund û gundikên bajêr hatin rizgarkirin. Hêza operasyonê xwe berda nava taxên li qiraxên bajêr. Mirovên li van herêmên hatin rizgarkirin dijîn, zû tehma azadiyê kirin û yên li nava bajêr jî kengî firsendê dibînin ji zilma DAIŞ'ê direvin û xwe li qadên azad digirin.
Hêza bingehîn a vê operasyonê şervan in. Ev şervanên azadiyê, bi kêf û coşeke mezin çîrokên xwe, xewn û bîranînên xwe tevî xwe dibin vê xaka lê dijiyan.
JI BER ZILMA DAIŞ'Ê MINBIC TERIKANDIBÛN
Che Gûevara yê Minbicî jî yek ji wan şervanan e, ku bîranînên xwe li bajêr vegerandiye. Di sala 2014'an de bîranînên xwe li dû xwe hişt û tevî malbata xwe neçar ma Minbicê biterikîne. Li dû wî sê pismamên wî ma bûn.
Ew bi xwe Kurdên ji Minbicê ye. Malbata wî, ji zûdeyî di nava têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd de cih girtiye. Ev malbata di dema rejîma Esad de tine hat hesibandin û zilm dît, zû bi zilma DAIŞ'ê hesiya û Minbic terikand.
Vê malbatê tirs şikand û cihê xwe di nava hêzên zilma DAIŞ'ê têk dibin cih girt. Che Gûevara jî di vê mijarê de qet teredût nekir, rahişt tovên azadiyê û ji bo li nava bajarê xwe bireşîne bi rê ket.
ÇIMA CHE GÛEVARA?
Em jê dipirsin; çima navê Che Gûevara rakiriye? Dibêje: "Minbic wê ji bo mirovahiyê, ji bo azadiya hemû gelan bibe mîladek. Dibe ku bajarekî li nava Rojhilata Navîn be, lê azadiya wê wê li cîhanê deng vede û bandorê li ser hemû mirovahiyê bike."
Ji bilî xewn û xeyalên xwe yên mezin, yek ji armancên wî jî dîtina pismanên xwe yên li Minbicê li dû xwe hiştibû.