Li gundên Şemzînanê derketina derve hat qedexekirin
Li gundê Oveç û gundikên Karakûş û Harmanli yên Şemzînanê, dewleta Tirk derketina derve "qedexe" kir.
Li gundê Oveç û gundikên Karakûş û Harmanli yên Şemzînanê, dewleta Tirk derketina derve "qedexe" kir.
Li gundê Oveç û gundikên Karakûş û Harmanli yên navçeya Colemêrg Şemzînanê, derketina derve ji bo 3 rojan hat qedexekirin.
Walîtiya Tirk a li Colemêrgê bi daxuyaniyekê ragihand, ji îro danê sibehê saet 04:00 û pê ve li van gund û gundikan ji bo 3 rojan derketina derve hatiye qedexekirin.
Li Şemzînanê duh bi şev du teqînan rû da bûn, lê li ser encamên van teqînan agahiyeke zelal bi dest neketibû.