Berê şervanan li navenda Minbicê ye û her bi pêş ve diçin

Li Xaçerêya Sebîh Behrat û taxa El Hezawnê yên li rojavayê Minbicê ne, şerê di navbera şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê û çeteyên DAIŞ'ê de dewam dikin.

Di çarçoveya Operasyona Rizgarkirina Minbicê ya bi navê "Şehîd Fermandar Ebû Leyla" de, şervan her bi pêş ve diçin.

Şerê navbera şervanan û çeteyên DAIŞ'ê, li Xaçerêya Sebîh Behrat a ku li ser rêya Xaçerêya El Şerîha û heta navenda bajêr e, giran bûye.

Şervanan li başûrê bajêr 200 metre, li rojava jî qadek ji 400 metreyî ji çeteyan paqij kirin. Li taxa El Hezawnê jî, ji sedî 85 ê taxê di bin kontrola şervanên Minbicî de ne.

7 ÇETE HATIN KUŞTIN

Di şerê li vir de 7 çet ehatin kuştin. 6 çete jî bi saxî tevî wesayîtên xwe hatin girtin.