Endamê PDK'ê gule berda navenda PDK'ê!
Asayîşa Silêmanî da xuyakirin, ku kesê gule berdaye avahiya Meclîsa Silêmanî ya PDK'ê, hatiye girtin. Medya Başûrê Kurdistanê ragihand, êrîşkar PDK'yî bi xwe ye.
Asayîşa Silêmanî da xuyakirin, ku kesê gule berdaye avahiya Meclîsa Silêmanî ya PDK'ê, hatiye girtin. Medya Başûrê Kurdistanê ragihand, êrîşkar PDK'yî bi xwe ye.
Kesên şeva 5'ê Tîrmehê li bajarê Silêmanî gule berda avahiya Meclîsa PDK'ê ya li bajêr, hat girtin. Asayîşa Silêmanî di vî warî de agahî da çapemeniyê û diyar kir, kar û barên hiqûqî yên di vî warî de dewam dikin, lê nikarin detayan eşkere bike.
Rayedarên partiyê qebûl kirin ku A.M.M. ê bi biryara dadgehê li mala xwe ya li taxa Bekroceyî ya li Silêmaniyeyê hat girtin, endamê PDK'ê ye. Berpirsyarê Meclîsa Silêmaniye ya PDK'ê da xuyakirin, ku ev kes endamê wan e û piştî bûyerê ji endametiyê hatiye derxistin.
Vî bersûcî bi rêya hesabê xwe yê medya civakî ragihandibû ku wî êrîş kiriye û li ser kesên pê re tevgeriya ne, agahî dabû. Derket holê ku ev bersûc endamê Liq a 3. a PDK'ê ye û di Rêveberiay Asayîşa Hewlêrê ya PDK'ê de cih digire.
Di êrîşa beriya niha ya li hemberî avahiya Meclîsa PDK'ê ya Silêmaniyê de jî derketibû holê ku bersûc endamê Liq a 3. a PDK'ê ye.
Derketibû holê, kesên çend roj berê êrîşî avahiya televîzyona PDK'ê ya bi navê Rûdaw kirî, bi Asayîşa PDK'ê re tevdigeriya.