HPG: Di çalakiya li Mêrdînê de 40 leşker hatin kuştin

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê diyar kir, di çalakiya 9'ê Tîrmehê ya li hemberî qereqola Cewzat a Mêrdînê de 40 leşker hatine kuştin. HPG'ê da xuyakirin, ku wê encamên çalakiya li Bezelê jî sibê eşkere bike.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê, bi daxuyaniyeke nivîskî encamên çalakiya 9'ê Tîrmehê ya li hemberî qereqola jendermeyan a li gundê Cewzatê ya Mêrdînê eşkere kir.

Daxuyaniya li ser mijarê bi vî rengî ye:

"Roja 9'ê Tîrmehê saet di 12:45'an de, bi wesayîteke bombebarkirî li hemberî Qereqola Jendermeyan a li gundê Cewzat ê navçeya Mêrdîn Artûklûyê çalakiyeke sabotajê hat kirin. Yekîneyeke dina  gerîlayên me jî bi çekên nîv otomatîk û ferdî li qereqolê dan. Bi çalakiyên sûîqestê jî leşkerên li nîzamiyeyê nobed digirtin hatin kuştin. Piştre wesayît li nava qereqolê hat teqandin. Di encama teqînê de 2 avahî, maşîneke zirxî, kûleyek, nîzamiye û çeperên li nava qereqolê bi giranî îmha bûn, li qereqolê şewat derket. Tîma me ya êrîşê ketin nava qereqolê, 2 çeperên îmha nebûbûn îmha kirin û li hemberî cerdevanên li dora gund jî, ji bo demeke kurt şer kirin.

KONTRAYEK HAT CEZAKIRIN

Piştî çalakiyê, kontrayekî bi navê Alî yê ji gundê Tirbikê, tevî komek ji cerdevanan xwest li ser rê kemînê deyne. Li vê derê jî gerîlayên me di cih de bersiv dan û ji bo demek kurt şer qewimî.

Hevalên me yên çalakî pêk anîn, ji ber vê rewşa nû, ji bo karibin bi lez û bez xwe vekişînin, yekser dest danîn ser 2 wesayîtên sivîl û ji herêmê derketin.

40 LEŞKER HATIN KUŞTIN

Di vê çalakiyê de, 40 leşker hatine kuştin ku di nav de fermandarê qereqolê jî heye. Artêşa TC bi desteka helîkopterên kobra û balafirên keşfê yên bêmirov, bi 11 helîkopterên Skorsky mirî û birîndarên xwe rakir nexweşxaneyên li Mêrdîn û Amedê. Di dema vê çalakiyê de leşkerên artêşa TC, jinek li herêma şer bû, qetil kirin. Ev çalakî ji aliyê hêzên me yên YJA Star û HPG'ê ve, di şexsê Şehîd Xebat de ji bo bîranîna berxwedêrên li Nisêbînê şehîd ketin û hevalên me yên li Licê şehîd ketin, hat lidarxistin."

ENCAMÊN ÇALAKIYA LI BEZELÊ WÊ SIBE BÊN EŞKEREKIRIN

Di dewama daxuyaniyê de hat gotin, "Gerîlayên me li hemberî Qereqola Jendermeyan a Bezelê ya li Şemzînanê çalakiyeke berfireh pêk anîn. Agahiyên berfireh ên li ser vê çalakiyê jî wê sibê bên eşkerekirin."