2 şervanên YPG’ê ji bo rêwitiya dawî oxira wan hate hilanîn

Şervanên YPG’ê Ednan Şahîn (Şahîn Rojava) û Dogan ku li Şeddadê û Hesekê jiyana xwe ji dest dayin, li Goristana Şehîd îsmaîl hatin veşartin.

Li Amûdê bi sedan kes ji bo şervanên jiyana xwe ji dest dabûn ber bi rêwîtiya dawî ve oxir bikin li pêşiya avahiya navenda tendirustiyê kom bûn. Cenazeyên şervanên YPG’ê girtin û bi konvoyekî ya wesayîtan ber bi Goristana Şehîd Îsmaîl ve bi rê ketin.

Li Şehîdgehê merasîmek leşkerî hate lidarxistin. Li ser navê Meclîsa Malbatên Şehîdan a Amûdê Mesûd Şêxmûs, li ser navê TEV-DEM’ê Îsmayîl Dêrik, li ser navê Yekîtiya Baweriyan Şêx Nasir Mîle Ehmed û Fermandarê YPG’ê Rîwan Xelef axaftin kirin.

Di axaftinan de peyamên sersaxiyê ji bo malbatên şehîdan û gelê Rojava hatin dayin. Bal kişandin ser ked, fedekarî û qehremaniya şehîdên azadiyê. Ew ji bo jiyanekî bi rûmet, demokratîk şehîd ketin. Da zanîn ku ew wê girêdayî bîranînê şehîdan tevbigerin.

Piştî axaftinan nasnameyên şervanên YPG’ê hatin xwendin, belgeyên şehadetê radestî malbatan kirin.

Di dawiya merasîmê de şervanên azadiyê li gel tilîlî û dirûşman hatin definkirin.