Xebatên ji nû ve avakirian Geverê yên ji aliyê Komeleya Piştgirî û Alîkariyê ya Rojava ve tên meşandin dewam dikin. Rêvebera Navenda Giştî ya Komeleyê Fîdan Kanlibaş ragihand, heta niha wan li Silopiya, Hezex û Sûrê 4 hezar 500 malbat kirine xwedî malbatên xwişk-birar û anî ziman, ev piştgirî bi giranî li Ewropa û bajarên Tirkiyeyê tê kirin. Kanlibaş got, "Weke komele hewl didin navbeynkariyê bikin."
510 MALBATÊN XWIŞ-BIRA
Kanlibaş da zanîn wan li Geverê 510 malbatên xizan tespît kirine û ew gihandine malbatên xwişk-bira. Kanlibaş diyar kir, kampanya wan wê bidome û ji bo mezinkirina kampanyayê bang kir: "Zêdeyî 10 hezar xaniyên hatine hilweşandin hene. Xebatên me dewam dikin. Ji ber ku Nisebîn û Şirnex wê di rojên pêş de bên vekirin, ev yek wê bibe sedem ku em kampanyayê kêm bikin. Eger tevlîbûna li kampanyayê zêde bibe û piştgirî were xurtkirin, hingî em kêmbûn wê zêde neyê kirin."
'HER KES WÊ BIBÎNE DIKARE TIŞTEKÎ BIKE'
Kanlibaş da xuyakirin, ku 3-4 malbat dikarin bibin yek û ji xwe re malbateke xwişk-bira hilbijêrin û destnîşan kir, ev kampanya di heman demê de têkiliyên manewî jî xurt dike.
Kanlibaş ragihand, ew ê kampanyayê li Kurdistan û Tirkiyeyê mezintir bikin û got, "Me ev xebat bi rêya mirovên hestyar ên li Ewropayê dan destpêkirin. Lê belê divê aliyê vê kampanyayê yê li Kurdistan û Tirkiyeyê bê mezinkirin. Di rojên pêş de em ê giraniyê bidin ser Kurdistan û Tirkiyeyê. Mirovên bi rêya televîzyonê şahidiyê dikin wê bibînin ku ew jî dikarin tiştekî bikin, dikarin tevlî vê kampanyayê bibin."
WÊ ŞIRNEX Û NISÊBÎN JÎ TEVLÎ BIBIN
Fîdan Kanlibaş da xuyakirin, ku kampanya ji bo Şirnexê hatiye destpêkirin dewam dike û piştî rakirina "qedexeyê" wê ji bo Nisêbînê jî dest bi vî karî bikin.