Konê berxwedanê yê li Teroyan careke din bi fermana Walîtiya Tirk hat rakirin
Li Teroyan, berxwedana li dijî kampa AFAD'ê ji 25'ê Adarê û vir ve dewam dike. Lê belê bi fermana Walîtiya Tirk a li Mereşê, vê sibê jî konê berxwedanê ji aliyê leşkeran ve ji şûna xwe hat rakirin.
ANF
MEREŞ
duşem, 11 tîrmehê 2016, 13:11
Berxwedana li dijî konê AFAD'ê yê ji bo çeteyan li çêrgeha gundê Sîvrîcehoyuk ê herêma Teroyan a Mereşê tê çêkirin, dewam dike. Elewiyan di 25'ê Adarê de li vê derê kon vedan û ji hingî ve bênavber li ber xwe didin. Lê belê konê berxwedanê yê li vê derê hat vedan, bi fermana Walîtiya Tirk a li Mereşê danê vê sibê ji aliyê dehan leşkerên bi maşînên zirxî hatibûn ve ji şûan xwe hat rakirin.
Di dema rakirina kon de, gundiyan hewldan pêşî li leşkeran bigirin, lê ew jî hatin astengkirin. Gundiyên Elewî bi qîrîna "Her der Teroyan, her der berxwedan" nerazîbûn nîşanî vê zordariyê dan. Şêniyên herêma Teroyan, ku naxwazin kampa AFAD'ê li herêma wan were çêkirin û li dijî polîtîkaya koçberkirinê derdikevin, ev 5 meh in li ber xwe didin.
Walîtiya Tirk, ji bo berxwedanê bişikîne, gelê berxwedêr bi tenê bihêle, li gelek herêman bendên leşkeran daniye û nahêle rojnamevan derbasî herêmê bibin. Berxwedêrên ku konên wan hatin rakirin, dan xuyakirin ku ew ê heta dawiyê li ber xwe bidin.