DBP: Em têkoşîneke wiha bidin ku konsepta şer pûç bike

DBP'ê diyar kir AKP bi qeyûman konsepteke nû ya êrîşan armanc dike. Di daxuyaniyê de hate gotin, "Em bang dikin ku têkoşîneke konsepta şer a AKP’ê pûç bike bimeşînin."

Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) encamnameya civîna Meclîsa Partiyê ku di 9-10’ê Tîrmehê li Salona Meclîsa Şaredariyê ya Peyasê pêk anî eşkere. Di danezanê e de ku bi mebesta salvegera mirinê bi bîranîna Vedat Ayin dest pê kirî wiha hate gotin:

"Polîtîkaya hundir û derve ya ku hikûmeta AKP’ê têkildarî bûyer û qewimînên siyasî dimeşîne Tirkiye xistiye nava rewşeke xitimandî, di serî de dewletên cîran di qada navdewletî de bi  helwesteke tund hatiye pêşwazîkirin û bûye sedem ku Tirkiye di asta herî bilind de pêbawerî xwe winda bike. Polîtîkayên AKP’yê yên otorîter, zordar, cihêkar, mezhebî û şerxwaz ku li hundir û derve dimeşîne, hem ji bo civaka Tirkiyê û hem jî ji bo civakên herêmê rê li ber encamên pir hilweşîner vekiriye. Di van demên dawî de manewrayên ku li ser navê başkirina têkiliyan a bi hin dewletan re têne kirin, nîşana xilasbûnê ye…

Ji roja ku li Sûriyê şerê navxweyî dest pê kirî û heya niha hikûmeta AKP’ê li dijî Rojava û gelê Kurd polîtîkayeke dijminane meşandiye û her cure derfet û delîve ji bo rêxistinên terorîst ên wekî DAIŞ, El-Nûsra û komên selefî yên çete pêk aniye û ew bi ser destketiyên gelê Kurd de şandine gelê Kurd li dijî êrîşên bi paşmêriya AKP’ê berxwedaneke bêhempa nîşan daye û ev polîtîka bi giştî têk biriye.

AKP ya ku ji polîtîkaya Sûrî rantê dixwe, ber pê nehat ku mafê bicihbûnê û kar bide penaberên Sûriyeyî. AKP bi polîtîkaya 'em mafê hemwelatiyê bidin' hem rewşa penaberan ji xwe re dike malzemeya polîtîk û hem jî dixwaze pê avaniya demografîk a Elewî û Kurdan biguherîne. Em bang li raya giştî dikin ku li dijî polîtîkaya bi fen û fût a AKP’ê ya têkildarî penaberên Sûriyê dengê xwe derxînin."

'BI QEYÛMÊ ÊRÎŞÊN NÛ TÊNE ARMANCKIRIN'

Di encamnameyê de hate gotin di pêvajoya dawî de li dijî demokrat, endamên partiya wan û nûner û xebatkarên wan binçavkirin û girtin bi xurtî berdewam dikin û li gel vê jî hikûmeta AKP’ê bi hilweşîna ku pêk aniye têr nebûye û hewl de polîtîkayên zextkar, faşîzan û zordar bidomîne û têkildarî qeyûman jî hate gotin: "Hikûmet di bin navê qeyûman de niyeta xwe eşkere kiriye ku ew ê konsepteke nû ya êrîşan bide meşandin."

JI BO GEL Û PARTIYAN BANG

Daxuyaniyê wiha dewam kir: "Partiya me weke berpirsyariyeke jênerevîn dibîne ku konsepta şer a ku AKP ferz dike, bi piştgiriya gel, bi helwesteke demokratîk, bi berxwedanê pûç bike. Em bang li rêxistinên xwe yên partiyê, endam û xebatkar û gelê xwe dikin ku bi vê berpirsyariyê rabin û berxwedeneke wiha nîşan bidin ku konsepta şer a AKP’ê têk bibin."