Gel, rengên kesk, sor û zer li mala ku înfaz lê pêk hatî daliqandin

Li Wanê îro piştî serdegirtina polîsan a bi ser malekê û înfazkirina kesekî, li mala ku bûyer pêk hat, gel rengên kesk,sor û zer daliqandin.

Li ser dîwarên mala 3 qat a ku şer lê qewimî, şopên guleyan bal kişandin. Li gorî şahidên bûyerê; polîsên Tirk bê ku hişyarîyekê bidin bi lez û bez ketin hundirê avahiyê û dengê çend guleyan hatin bihîstin.

 

...