NÛ BÛ

Li Minbicê şerê dijwar diqewime

Li Minbicê şerê dijwar rû da, 2 wesayîtên bombebarkirî yên çeteyên DAÎŞ’ê hatin rûxandin.

Pêngava Şehîd Fermandar Feysel Ebu Leyla ya rizgarkirina Minbic û gundewarên wê, di roja 40’an de berdewam dike. Di çarçoveya operasyonê de danê êvarî saet derdora 18.15’an li derdora Çerxerêya Sebi Behrat a di nava bajar de, mabeyna şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê û çeteyên DAIŞ’ê de şerê giran qewimî.

Di şer de ku çekên giran hatin bikaranîn, 2 wesayîtên bombebarkirî yên çeteyan hatin rûxandin. Balafirên şer ên koalîsyona navnetewî ya li dijî DAÎŞ’ê jî nuqteyên çeteyan bombebaran kirin.

Şer hê jî bi dijwarî didome.

BERPIRSÊ ÇETE YÊ ENIYA ROJAVA MINBICÊ HATE KUŞTIN
Ji hêla din, balafirên şer ên koalîsyona navdewletî nexweşxaneya Watanî ya ku çete lê dimînin bomber kirin.

Di encama bombekirinê de fermandê DAÎŞ’ê û berpirsê eniya rojava Ebû Suheyl El-Maarawî hate kuştin.