Dorpêça li ser Taxa Xaçortê didome

Li Taxa Xaçort a girêdayî navçeya Îpekyolû ya Wanê dorpêça ku piştî serdegirtina polîsan a ku welatî înfaz kirin û şûn de, hate danîn dewam dike.

Li Kolana Surmelî a Taxa Xaçort a girêdayî navçeya Îpekyolû ya Wanê, çeteyên Qesrê bi ser malekê de girtin. Li gorî agahiyên şahidên li cihê bûyerê; piştî dengê çend guleyan û şûn de der dora malê ji aliyê çeteyên Qesrê ve hatin pêçan û kesekî jiyana xwe ji dest da, kesek jî hate binçavkirin. Piştî şer polîsan hewl dan ku bi wesayîta zirxî malê hilweşînin. Rêxistinên HDP’ê û DBP’ê yên bajar û navçeyê hatin cihê bûyerê û xwestin bikevin mala ku kesê lê hatiye kuştin. Lê polîsan bi ava şid û gaza bîberê êrîşî girseya ku Parlamenterê  HDP’ê yê Wanê Adem Geverî jî di nav de kirin û rê nedan ku ti kes bikeve kolanê.

Li ser vê yekê Rêxistinên HDP’ê û DBP’ê yên bajar û navçeyê ji kolanê neçûn û tevî anonsên polîsan ên ‘Belav bibin’ jî daxuyaniya çapemeniyê dan. Hevşaredara DBP’ê ya Wanê Nazmiye Acar daxuyaniya çapemeniyê da û da zanîn ku li gorî agahiyên ku ji cihê bûyerê girtine rewşeke pir xeternak heye. Acar diyar kir ku polîsan bi ser mala ku sivîl û astengdar lê dijîn girtine û dengê çekan bilind bûne. Acar destnîşan kir ku polîs niha jî dixwazin mala ku mijara gotinê ye bi kepçeyê hilweşînin. Acar, ji bo ku rewşekî metirsîdar pêk neyê banga hestyariyê li her kesî kir.

Rawestandina rêveberên HDP û DBP’ê ya li Wanê dewam dike, polîsên ku tax dorpêç kirine ketober gaza bîberê bi kar tînin.

...