Li Aachenê civîna li ser kampanya malbata xwişk-bira
Li bajarê Aachen ê Elmanyayê, ji bo kampanya malbata xwişk-bira, civînek hat lidarxistin. Parlamenterê HDP'ê yê Şirnexê Faysal Sariyildiz li vir axivî û ji bo kampanyayê banga tevlîbûnê kir.
Li bajarê Aachen ê Elmanyayê, ji bo kampanya malbata xwişk-bira, civînek hat lidarxistin. Parlamenterê HDP'ê yê Şirnexê Faysal Sariyildiz li vir axivî û ji bo kampanyayê banga tevlîbûnê kir.
Li bajarê Aachen ê Elmanyayê, ji bo kampanya malbata xwişk-bira, civînek hat lidarxistin. Civîn bi beşdariya zêdeyî 100 kesî li Mala Gelê Kurd ha tlidarxistin. Di civînê de li ser êrîşên qirkirinê yên dewleta Tirk li Cizîrê kiriye, sînevîzyon hat nîşandan. Piştre Parlamenterê HDP'ê yê Şirnexê Faysal Sariyildiz axivî.
Sariyildiz tiştên bi çavên xwe li Cizîrê dît vegot û anî ziman, bi hezaran kes mexdûrê hilweşîn û kmokujiyê ne. Sariyildiz da zanîn, bi hezaran zarok sêwî man e û got, "Pêwîstiya van bi destekî alîkariyê heye. Ji ber vê yekê, divê her kes tevlî Kampanya Malbata Xwişk-Bira bibe."
Serokê Heyva Sor a Kurdistanê Dr. Rojvan Bîlgîn jî da xuyakirin, ku wan hilweşîn dîtine û ji bo alîkariyê bidin ketin nava hewldanan. Bîlgîn der barê kampanyayê de agahî da û anî ziman, wan heta niha li Cizîr, Hezex, Sûr, Silopiya, Gever, Şirnex û Nisêbînê xwe gihandine 3 hezar 158 malbatan.
Civîn bi qîrîna dirûşmên "Bijî Berxwedana Cizîr, Nisêbîn, Sûrê", "Bijî Serok Apo" qediya.