Bû 46 roj, Hûrşît Kulter li ku ye?

Ev 46 roj in agahî ji Hûrşît Kulter ê ji aliyê dewleta Tirk ve hat windakirin, agahî nayê girtin. ICAD'ê bi daxuyaniyekê got, "Yên sûcên li dijî mirovahiyê dikin wê werin darizandin. Hûrşît Kuler bi saxî hat birin, em bi wî bi saxî dixwazin."

Rêveberê DBP'ê yê Şirnexê Hûrşît Kulter di 27'ê Gulana 2016'an de li Şirnexê hat binçavkirin û 46 roj in agahî jê nayê girtin. 

Têkildarî windakirina Hûrşît Kulter de Komîteya Navneteweyî ya li dijî windakirinan (ICAD), daxuyanî da. ICAD, pirsa "Gelo dixwazin di bin çavan de winda bikin? pirsî û xwest ku Kulter bê dîtin. 

ICAD'ê bi ser navê "Em carek din dipirsin: Hûrşit Kulter li ku ye? " daxuyanî da û diyar kir ku malbata wî herî dawî diyar kir, bi peyama Kulter şand hat zanîn ku Kulter di bin çavan de ye. Daxuyaniyê wiha dewam kir, "Kulter di 27'ê Gulanê de bi peyama twîttera bi navê 'BOF'ê a tîmên taybet hat diyarkirin ku di bin çavan de ye. Wekîlên HDP'ê rewşa wî bir meclîsê. Wekîrê Parastina Neteweyî Fîkrî Işık diyar kiribû ku lêkolînên wan ên der barê Hûrşit Kulter de didomin. Lê ji wê rojê ve Kulter hê nehatiye dîtin." 

ICAD'ê nûçeyên DÎHA wekî referans nîşan da û diyar kir ku li gorî îfadeyên şahidan Hûrşit Kulter bi lêdanê û îşkenceyê hatiye binçavkirin. Dîsa diyar kir ku Kulter birine Midûriyeta Tîmên Tevgera Taybet a girêdayî Midûriyeta Polîsan a Şirnexê ya li Gumuştepeyê. ICAD da zanîn ku piştî 7 roj derbas bûn, hat zanîn ku Kulter li Fermandariya Tumena Sînor a Jendermeyan a 23. îşkenceyeke giran lê hatiye kirin û xwest dewleta Tirk der barê Hûrşît Kulter de agahî û daxuyaniyê bide.